Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş got,"Ez dixwazim bi tekezî bêjim, ji bo ku ev derfeta dîrokî were nirxandin, divê em gavên xwe gelekî bi baldarî bavêjin û nêrînên xwe bi awayekî eşkere bînin zimên."
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê îro civîna duyem li dar xist.
Di civîna ku ji çapemeniyê re girtî de dê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastina Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê Dezgeha Îstîxbarata MÎTê Îbrahîm Kalin pêşkêşiyan dikin.
Kurtulmuş derbarê komîsyonê got, "Ez dixwazim bi tekezî bêjim, ji bo ku ev derfeta dîrokî were nirxandin, divê em gavên xwe gelekî bi baldarî bavêjin û nêrînên xwe bi awayekî eşkere bînin zimên."
Civîn li Salona Merasîmê ya Parlamentoyê pêk hat.
Her wiha Alî Yerlîkaya, Yaşar Guler û Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin di civînê de amade bûn da ku derbarê xebatên saziyên xwe û pêşhatên dawî de agahiyê bidin komîsyonê.
Serokê Parlamentoyê, ji ber beşdarbûna wan spasiya Alî Yerlîkaya, Yaşar Guler û Îbrahîm Kalin kir ku dê derbarê mijarên girîng ên ewlekarî û îstixbaratê de agahiyan parve bikin.
Kurtulmuş tekezî li ser wê yekê kir ku ji ber naveroka civînê pêwîst e rûniştin bi awayekî girtî bê kirin û eşkere kir ku ew dê vê yekê bixe dengdana endaman.
Serokê Parlamanetoyê destnîşan kir ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê gaveke dîrokî ye û wiha domand:
"Ji bo nirxandina vê derfeta mezin û ji bo avakirina hawîrdoreke ku tê de rêxistina terorê xwe fesix bike û êdî çek, şer û pevçûn neyên axaftin û aştî, biratî û aramî serwer be, erkên dîrokî dikevin ser milê komîsyona me.
Ez ji ber helwesta ku di civîna yekem a komîsyonê de hat nîşandan, careke din spasiya we dikim.
Her hevalekî me li vir fikrên xwe bi awayekî gelekî eşkere û bi uslûbeke gelekî ji dil anî zimên.
Ji bo serkeftina komîsyonê girîng bû ku me biryarên xwe yên yekem bi dengên hevpar ên hemû partî û parlamenterên beşdar bi tifaq standin.
Wekî tê gotin, gava yekem rast hatiye avêtin. Ez di wê baweriyê de me ku ji niha û pê ve hem di warê muzakereyan de û hem jî di warê cîbicîkirina biryarên ku dê li vir bên dayîn de, ev rihê tifaqê ya ku derketiye holê girîng e."
"Çav û guhên hemû Tirkiyeyê li ser vê komîsyonê ne"
Kurtulmuş spasiya lîderên partiyên siyasî yên ku piştgirî dane avakirina komîsyonê jî kir û wiha domand:
"Ez dixwazim bi tekezî bêjim, ji bo ku ev derfeta dîrokî were nirxandin, divê em gavên xwe gelekî bi baldarî biavêjin û nêrînên xwe bi awayekî eşkere bînin zimên.
Di dawiyê de, yên ku li vê salonê ne, komek e ku ji sedî 98ê Tirkiyeyê temsîl dike.
Ji ber vê yekê, divê em pêvajoyê bi hestiyarî, hûrî û baldariyeke ku karibe li gorî nêrîn û hêviyên gel be, bimeşînin.
Her wiha dê dem were ku rûniştin û nîqaşên gelekî tund pêk werin.
Ev hemû dê bibin encama niyetên me yên hevpar ji bo zêdekirina yekîtiya neteweyî û hevgirtina Tirkiyeyê.
Ez bi vê wesîleyê careke din spasiyên xwe yên mezin pêşkêşî her kesê ku keda wî di gihîştina vê civînê de heye dikim.
Em hemû pê dizanin ku bawer bikin, çav û guhên hemû Tirkiyeyê li ser vê komîsyonê ne.
Lihevkirinek, têgihiştineke ku li vir derkeve holê, dê girseyên mezin ên Tirkiyeyê kêfxweş bike.
Sedema sereke ya avabûna vê komîsyonê, daxuyaniya ji Îmraliyê ye ku tê de hatibû ragihandin ku rêxistinê qebûl kiriye çekan deyne û xwe fesix bike.
Her wiha ji bo ku parlamento li ser pêvajoyê serwer be, amadekariyan bike û biryarên xwe ji bo erêkirinê bişîne Lijneya Giştî, divê rêziknameyên yasayî yên ku dê bi vê pêvajoyê re derkevin holê bên amadekirin.
Ji ber vê yekê, di vê çarçoveyê de, kesên yekem ên ku em dê li derveyî endamên komîsyonê guhdarî bikin, helbet ew hevalên me ne ku ji destpêkê ve bi baldarî vê pêvajoyê birêve dibin, li ser navê dewletê van gavan dişopînin û bi awayekî cidî têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî terorê û ji bo serdema bê teror di warê ewlehiyê de plansaziyê dikin."
Kurtulmuş pêşniyar kir ku civîn li gorî prensîban bi temamî girtî were kirin ev pêşniyar xist dengdana parlamenteran.
Serokê Parlamentoyê got, "Bi tifaqê biryar hat dayîn ku civîn li gorî prensîba bi temamî girtî were lidarxistin."
Kurtulmuş sedemên bi temamî girtîbûna komîsyonê jî wiha anî zimên:
"Bi temamî girtîbûna komîsyonê tê wateya vê yekê, hemû axaftin dê bên tomarkirin qeydkirin lê qet neyên weşandin.
Em dê van tomaran (qeyd) heta 10 salan, endamên komîsyonê jî di nav de dê nedin ti kesî.
Ti mijareke ku li vir tê axaftin, li derve nayê behskirin. Ev yek, ji bo serkeftin û hesasiyeta kar girîng e."
Serokê Parlamentoyê Kurtulmuş, piştre navber da civînê.
Piştî axaftina Kurtulmuş dê Alî Yerlîkaya, Yaşar Guler û Îbrahîm Kalin komîsyonê agahdar bikin.
#WÊNE - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bi serokatiya Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş civiya
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 8, 2025
📌Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastina Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin jî… pic.twitter.com/RbcE6dhRzS
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse