Kurtulmuş li ser pêvajoyê daxuyanî da

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Numan Kurtulmuş Tirkiye Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku rapora hevbeş a ku ji bo pêvajoya çareseriyê hatiye amadekirin, ji bo çareserkirina nakokiyan bûye modeleke cîhanî.

Kurtulmuş her wiha got, “Ez hêvî dikim gavên ku di nexşerêya vê raporê de hatine destnîşankirin werin avêtin da ku teror bi temamî ji rojeva welat derkeve.”

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyl Numan Kurtulmuş îro li Stenbolê beşdarî merasîmeke xelatdayînê bû.

Kurtulmuş li wê derê li ser pêvajoya çareseriyê û bipêşketinên dawî yên li herêmê axivî.

Kurtulmuş ji ber xebatên xwe yên di "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" de hat xelatkirin.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş behsa wan xebatan kir û got:

"Ev Komîsyon li bin banê Parlamentoya Tirkiyeyê bi beşdariya hemû partiyan hatibû avakirin

Ji ber xebatên Komîsyonê ez hêjayî vê xelatê hatim dîtin, ev ji bo min cihê şanaziyê ye."

"Modela Tirkiyeyê ya çareseriyê"

Numan Kurtulmuş bal kişand ser biryardariya parlamentoyê ya di pêvajoya çareseriyê de û anî zimên:

“Ji bo nehiştina pirsgirêka terorê û ji bo bilindkirina standardên demokratîk, parlamentoyê îradeyeke mezin nîşan da.

Piştî nêzîkî 21 civînan, metneke hevbeş derket holê.

Ev ne tenê ezmûnek e, ev ji bo çareserkirina nakokiyan 'modeleke Tirkiyeyê' ye ku em pêşkêşî cîhanê dikin. Hemû partiyan bi lihevkirin ev rapor qebûl kir.”

Kurtulmuş daxuyand ku ew dixwazin Tirkiye di warê bipêşketinê de bi gavên bilez bi rê ve biçe û wiha pê de çû:

“Ez hêvî dikim ku gavên ku di nexşerêya vê raporê de hatine destnîşankirin werin avêtin, teror li Tirkiyeyê bi tevahî li paş bimîne û Tirkiye bi gavên bilez rêya xwe ya bipêşketinê bidomîne.”

"Pergaleke nû ya cîhanî ava dibe"

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê li ser aloziyên li herêmê jî hişyarî dan û wiha pê de çû:

“Cîhana kevin hildiweşe lê pergaleke nû hîn nehatiye avakirin. Em di serdemeke wisa de ne ku êdî ezberên berê tu sûdê nadin.

Divê em bi perspektîfeke nû û bi amadekarî rêya xwe bidomînin.

Di vê pêvajoyê de berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê zanîngehan da ku ji bo çareseriya pirsgirêkan ramanên zanistî peyda bikin.”

Numan Kurtulmuş destnîşan kir ku “Parlamentoya Tirkiyeyê biryardariyeke girîng a siyasî nîşan daye ku meseleya terorê bi temamî ji holê rabe.”

Wî her wiha spasiya hemû endamên partiyên siyasî kir ku keda wan di wê raporê de heye û got, "Ev mijar bi aqilmendiyeke mezin hat nîqaşkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst