Numan Kurtulmuş: Pêvajo projeyeke dewletê ye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Numan Kurtulmuş Pêvajo Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku mijara "Tirkiyeya Bêteror" ne tenê erka komîsyona parlamentoyê ye û got, "Ev projeyeke dewletê ye."

Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê îro ji bo hevdîtinên budceya sala 2026an bi serokatiya Numan Kurtulmuş civiya.

Kurtulmuş di axaftina vekirinê de bal kişand ser xebatên "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ya ku li parlamentoyê hatiye avakirin.

"Komîsyon dê raporê amade bike"

Numan Kurtulmuş diyar kir ku xebatên guhdarîkirinê yên komîsyonê hefteya borî bi dawî bûne û wiha axivî:

"Ez hêvî dikim ku ev komîsyon perspektîfa giştî ya derbarê bilindkirina standartên demokratîk ên Tirkiyeyê de bi raporekê di demeke kurt de pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê bike.

Rêkarên ku dê piştî vê bên kirin, dê li gorî raporên vê komîsyonê û bi xebata hevpar a partiyên siyasî yên hêja werin diyarkirin."

"Projeyeke dewletê ye"

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê tekez kir ku ev pêvajo di bin koordînasyona dewletê de tê birêvebirin û got:

"'Tirkiyeya Bêteror', tenê di qada erkê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de nîne, ev projeyeke dewletê ye.

Hemû saziyên pêwendîdar ên dewletê, bi taybetî saziyên me yên ewlehiyê, ji bo ku ev pêvajo bê qeza û bela bê birêvebirin û biencamkirin, bi koordînasyoneke bilind erkên xwe tînin cih."

Banga Destûra Nû

Kurtulmuş di axaftina xwe de bang kir ku destûreke nû bê çêkirin û got:

"Beriya her tiştî çêkirina destûreke nû, sivîl, demokratîk û beşdarane yek ji berpirsyariyên girîng ên vê serdema parlamentoyê ye.

Her wiha em hêvî dikin ku Rêznameya Navxweyî ya Parlamentoyê, Yasaya Partiyên Siyasî û Yasaya Hilbijartinê jî bên guhertin."

Hevdîtinên budceyê 14 rojan didomin

Li aliyê din, hevdîtinên li ser budceya 2026an îro dest pê kir û dê 14 rojan bê navber berdewam bikin. Hevdîtin dê 21ê Kanûna Pêşîn bi dawî bibin.

Di civîna Lijneya Giştî de Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û serokên partiyên din amade bûn.

Beriya civînê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Hatîmogullari û Bakirhan çûn cem Devlet Bahçelî û silav dan hev.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst