Mesrûr Barzanî bi balyozên nû yên Almanya û Yekîtiya Ewropayê re civiya

08-10-2025
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Yekîtiya Ewropayê Almanya Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî cuda cuda Balyozê nû yê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê Îraqê Klemens Semtner û Balyozê nû yê Almanyayê yê Îraqê Daniel Kreber pêşwazî kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînan daxuyanî belav kirin.

Di her du civînan de tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bi Yekîtiya Ewropayê û Almanyayê re hat kirin.

Civîna bi Balyozê Yekîtiya Ewropayê re

Mesrûr Barzanî di civîna bi Balyozê nû yê YEyê Klemens Semtner re de pîrozbahî li wî kir û her du aliyan tekezî li ser girîngiya bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û welatên Yekîtiya Ewropayê kir.

Her wiha behsa çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de û amadekariyên dawî yên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê hat kirin.

Civîna bi Balyozê Almanyayê re

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civîna xwe ya bi Balyozê nû yê Almanyayê Daniel Kreber re de pîrozbahî li wî kir, hêviya serkeftinê jê re xwest û piştgiriya tam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wî anî ziman.

Balyozê Almanyayê jî daxwaza welatê xwe ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên dualî yên bi Herêma Kurdistanê re ducare kir.

Berdewamiya piştgiriya Almanyayê ya ji bo Hêzên Pêşmergeyan, pêvajoya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê û rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê mijarên din ên gotûbêjê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst