Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê minîbus û otomobîlek li hev qelibîn û di qezayê de 19 kes birîndar bûn.
Minîbusa Nezîr Y. diajot ku tê de zarok astengdar hebûn li Xaçerêya Birêvbiriyaê Karûbarên Daristanê ya Şirnexê, li otomobîla Abdurrahman T. diajot qelibî.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.
Di qezayê de li gel zarokên 13 di minîbusê de 6 kesên din birîndar bûn.
Tîmên tendursitiyên birîndar bi ambûlansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şernexê.
Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran baş e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse