Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro li 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf dibare.
Tê pêşbînîkirin ku barîna berfê heta roja Çarşemê berdewam bike.
Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê rapora pêşbîniya hewayê ya îro belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, li parêzgehên Bedlîs, Erzirom, Colemêrg, Mûş, Sêrt, Wan, Êlih û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê berf dibare.
Sir û seqema Serhedê
Saziya Keşnasiyê da zanîn ku tê pêşbînîkirin barîna berfê li van deveran heta çarşemê berdewam bike.
Her wiha hat diyarkirin ku li herêma Serhedê çend roj in sir û seqem heye û vê yekê bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.
Hişyariya lehiyê
Li aliyê din, ji bo parêzgehên Edene, Mêrsîn û Hatayê yên Tirkiyeyê hişyariya barana zêde hat dayîn.
Saziya Keşnasiyê destnîşan kir ku li van parêzgehan îhtimala lehiyê heye, lewra ji saziyên pêwendîdar hat xwestin ku tedbîrên pêwîst wergirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse