Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî di yekemîn salvegera rûxîna desthilata Esed de peyamek belav kir.
Mezlûm Ebdî bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand, "Sûriye beriya niha bi salekê, bi rûxîna rejîma berê re derbasî qonaxeke nû bû.”
General Mezlûm gelê Sûriyeyê pîroz kir û diyar kir ku ev salveger îradeya Sûriyeyiyan a ji bo avakirina paşerojeke li ser bingeha dadperwerî, aramî, hevparî û parastina mafên hemû pêkhateyan piştrast dike.
"Em pêbendî Peymana 10ê Adarê ne"
Mezlûm Ebdî bal kişand ser girîngiya qonaxa niha û got,
"Qonaxa niha berpirsyariyeke niştimanî ya hevpar û diyalogeke berfireh li ser me ferz dike ku berjewendiya Sûriyeyiyan di ser her tiştî re bigire.
Em pêbendbûna xwe ya bi Peymana 10ê Adarê ducare dikin ku ew bingeh e ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî, bi vîna zarokên wê û parastî bi nirxên azadî û dadperweriyê."
قبل عام دخلت سوريا مرحلة جديدة بسقوط النظام البائد، في محطة مفصلية نعتزّ بها أنهت عقوداً من الاستبداد والانقسام.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) December 7, 2025
نهنّئ أبناء شعبنا السوري بهذه الذكرى التي تؤكد إرادة السوريين في بناء مستقبل يقوم على العدالة والاستقرار والشراكة وصون حقوق كل المكوّنات. (1)
Çi bûbû?
Komên çekdar ên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn a 2024an êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kiribû.
Ew komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketibûn û wan 30ê Çiriya Paşîn navenda Helebê bi dest xistibû.
Heman koman 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kiribû û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ketibû bin kontrola wan.
Tehrîr El Şamê 5ê Kanûna Pêşîn bajarê Hemayê kontrol kiribû û pişt re ragihandibû ku wan bajarê Telbîseyê yê Himsê jî bi dest xistiye.
Tehrîr El Şamê piştî kontrolkirina Himsê, 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an kontrolkirina Şama paytexta Sûriyeyê û rûxîna desthilata Beasê ragihandibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse