Mezlûm Ebdî li ser peymanê daxuyaniya ewil da

11-03-2025
Nîşan Mezlûm Ebdî Ehmed Şera Peyman Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mezlûm Ebdî li ser peymana xwe û Ehmed Şer daxuyaniya ewil da û got, “Em pêbend in paşerojeke çêtir ava bikin ku mafên hemû Sûriyeyiyan garantî bike.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk  (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer şeva borî peymanek îmze kir.

Mezlûm Ebdî ev peyman wekî “derfeteke rastîn” wesifand û got ku “cîrantiya baş” misoger dike.

“Em pêbend in paşerojeke çêtir ava bikin”

Mezlûm Ebdî piştî vê peymanê bi rêya hesabê xwe yê Xê postek belav kir û got:

“Em di vê qonaxa hestiyar de, bi hev re dixebitin da ku qonaxeke veguhêzê misoger bikin ku xweziyên gelê me yên ji bo edalet û aramiyê nîşan dide.

Em pêbend in paşerojeke çêtir ava bikin ku mafên hemû Sûriyeyiyan garantî bike û xwestekên wan ên ji bo aştî û rûmetê bi cih bîne.

Em vê lihevkirinê wekî derfeteke rastîn dibînin ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ku hemû pêkhateyên xwe dihewîne û cîrantiya baş misoger dike.”

Xalên peymana Ebdî û Şer ev in:

1- Garantîkirina mafê hemû Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî de û di hemû saziyên dewletê de li gorî pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan re were derbaskirin.

2- Civaka Kurdan di dewleta Sûriyeyê de civakeke resen e û dewleta Sûriyeyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemû mafên wan ên destûrî misoger dike.

3- Agirbesta li seranserê axa Sûriyeyê.

4- Tevlîkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyeyê de, di nav de deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê.

5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê ve.

6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemû wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin.

7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.

8- Komîteyên birêvebirinê dê kar ikin û hewl didin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst