BCF: Me ji sedî 80yê alîkariyên Renca Rûdawê belav kirine

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Renca Rûdawê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Kargêriyê ya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) Rewac Hacî diyar kir ku beşeke mezin a alîkariyên kampanyaya Renca Rûdawê li piraniya bajarên Rojavayê Kurdistanê hatine belavkirin.

Kampanyaya Rencê Rûdawê ya bi serperiştiya pêşkeşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê Renc Sengawî 22yê Kanûna Paşîn a 2026an dest pê kiribû di 25ê heman mehê de bi dawî bûbû.

Hemû alîkarîyên ku 119 barhilgir bûn, gihîştin Rojavayê Kurdistanê û li wir jî radestî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî hatin kirin da ku li koçberên hatine Qamişlo û bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê bên belavkirin.

Rewac Hacî îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Ji sedî 80yê alîkariyên kampanyaya Renca Rûdawê gihîştine destê wan welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên ku pêwîstiya wan a lezgîn bi alîkariyê hebûye."

Li gorî Rewac Hacî alîkariyên kampanyaya Renca Rûdawê li bajarên Qamişlo, Dêrik, Dirbêsî, Girkê Legê, Tirbespî û Amûdê û derdora wan hatine belavkirin û belavkirina wan li wan deveran didome.

Berhemên kampanyaya Rûdawê yên ji bo Rojavayê Kurdistanê curbicur in, di nav wan de xwarin, cil û berg, nan, betanî, doşek, şîr û girêdankên zarokan, pêdiviyên jinan û hemû pêdiviyên din ên rojane hene.

Alîkariyên Renca Rûdawê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê wisa ye:

119 barhilgir: 1,160 ton xwarin û pêdivî

Derman û pêdiviyên bijîşkî: 55,4 ton

Birinc: 133 ton

Ard: 31 ton

Nan: 5,6 ton

Masiyên ambalajkirî: 24,6 ton

Goşt û mirîşkê ambalajkirî: 26,8 ton

Rûn: 48,5 ton

Meqerne: 22,01 ton

Baqliyat: 71,4 ton

Nok: 17,2 ton

Fasûlî: 30,5 ton

Nîsk: 15 ton

Savar: 8,7 ton

Mast û penîr: 7,05 ton

Şîr: 8 ton

Şîrê toz: 37,6 ton

Ça: 0,9 ton

Şekir: 1,8 ton

Şîranî: 1,53 ton

Vexwarin: 34,93 ton

Endomî: 14,8 ton

Ava bacanan: 9,035 ton

Seleya xwarinê: 11,314 dane

Av: 2,700 karton

Xalîçe: 24 ton

Paqijker: 8,2 ton

Cil û berg: 21,3 ton

Pêlavên zarokan: 33 karton

Betanî: 8,014 dane

Doşek: 3,039 dane

Balîf: 4,15 dane

Sobe: 3,506 dane

Lempeyên bi şarjê: 1,480 dane

Pêdiviyên taybet ên jin û zarokan: 3,567 karton

Beroş: 5,156 dane

Memika şîr: 9,60 dane

Çixare: 105 karton

Ew alîkariyên ku rasterast ji aliyê bexşer û xelkê ve hatin anîn:

Derman û pêdiviyên bijîşkî: 55,4 ton

Birinc: 126 ton

Ard: 31 ton

Nan: 4 ton

Masiyê ton: 13,3 ton

Goşt û mirîşka kutuyan: 3,7 ton

Rûn: 11,7 ton

Mqerene: 2 ton

Beqliyat: 6,7 ton

Nok: 3 ton

Fasûlî: 2 ton

Nîsk: 1 ton

Savar: 0,7 ton

Mast û penîr: 7,05 ton

Şîr: 8 ton

Şîrê toz: 12,6 ton

Ça: 0,9 ton

Şekir: 1,8 ton

Şîranî: 1,53 ton

Vexwarin: 34,93 ton

Ava bacanan: 9,035 ton

Xalîçe: 24 ton

Paqijker: 0,7 ton

Cil û berg: 8,5 ton

Seleya xwarinê: 11,314 dane

Av: 2,700 karton

Betanî: 8,014 dane

Doşek: 349 dane

Balîf: 415 dane

Sobe: 308 dane

Pêdiviyên taybet ên jin û zarokan: 1,567 karton

Pêlavên zarokan: 33 karton

Memika şîr: 960 dane

Kartonên çixareyê: 105 karton

Mîqdara xwarin û pêdiviyên ku bi alîkariya bexşeran hatine kirîn:

Pereyê keş

1,414,030,128

Ev pêdivî bi pereyê keş ê bexşeran hatine kirîn:

7 ton birinc

7,5 ton paqijker

1,6 ton nan

11,3 ton masiyên ambalajkirî

13,1 ton goşt û mirîşkên ambalajkirî

36,8 ton rûn

20 ton meqerne

Beqliyat: 65,3 ton

14,9 ton nok

28,5 ton fasûlî

14,9 ton nîsk

7 ton savar

20 hezar perçeyên pêdiviyên jinan

14 ton kel û pelên vexwarinê

25 ton şîrê zarokan

3,198 sobeyên neftê

1,000 ronahiya şarjê

5,156 beroş

2,690 doşek

3,800 perçeyên cilên jinan

Piştî kampanyayê ev mîqdara pereyê jî hatiye û ew jî dê bê şandin:

24,257 dolar

43,251 euro

200 sterlîn

909,6750 dînar

Navên bexşerên vê mîqdara pereyê nû hatiye:

Sebah Caf ji Londonê: 3,000 dolar

Kurdên li derveyî welat li Danîmarkayê: 11,600 dolar

Beşeke din a Kurdên li derveyî welat li Danîmarkayê: 21,40000 dînar

Rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistanê li Salzgitterê li Hanovera Almanyayê: 10,000 euro

Kurdên bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê: 3,000 dolar

Kurdên li Norwecê: 16,580 euro

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst