Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê dorpêça li ser Kobaniyê şermezar kir û diyar kir ku ev ambargo "sûcekî li dijî mirovahiyê ye."
Di ser dorpêça Kobaniyê re 23 roj derbas bûn. MSDyê li ser rewşa dawî ya Kobaniyê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, zêdetirî jiyana nêzîkî nîv milyon mirovan ji ber qutkirina av û elektrîkê û rêgirtina li ber derbasbûna madeyên bijîşkî û xwarinê di xetereyê de ye.
MSDyê diyar kir ku ambargoyeke dijwar li ser Kobaniyê heye ku xelkê resen ê bajêr û koçberên ji Efrîn, Tibqa, Reqa, Şêx Meqsûd, Eşrefiyeyê yên ku xwe li bajêr girtine dike armanc.
MSDyê da zanîn ku rewşa mirovî û tenduristiyê li bajêr bi awayekî xeter xerab bûye û got, “Jiyana sivîlan, bi taybetî jî ya zarok, nexweş û hejaran, ji ber kêmbûna xwarinê, şîrê zarokan û madeyên bijîşkî yên bingehîn ketiye xetereyeke tam.”
Li gorî daxuyaniyê, navendên tenduristiyê derman û pêdiviyên xwe yên dawî bi kar tînin û piraniya dikanan jî ji ber ku depoyên wan vala bûne hatine girtin.
MSDyê ev rewş wekî “sûcê şer û cezakirina kolektîf” bi nav kir.
"Kobanî ji ber ku ji bo mirovahiyê bi ser ket tê cezakirin"
MSDyê diyar kir ku Kobanî ji ber serkeftina xwe ya li dijî DAIŞê tê cezakirin û anî ziman:
"Kobaniya ku ji bo berxwedana li dijî terorê bûbû semboleke cîhanî û şerê rizgarkirina wê destpêka dawiya rêxistina DAIŞê bû, îro ji ber ku ji bo tevahiya mirovahiyê bi ser ket tê cezakirin.
Veguherandina bajêr ji bo karta zexta siyasî ya li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kiryareke tolhildanê ya xeter e ku îradeya gelekî ku di refa pêşîn de li hemberî terorê parastina tevahiya cîhanê kir, dike armanc.”
Bang û daxwaz
MSDyê ji hikûmeta demkî ya Şamê xwest ku berpirsyariyên xwe yên serwerî û yasayî li hemberî welatiyên xwe bi cih bîne û bi lez hemû deriyan li pêşiya xwarin, derman û sotemeniyê veke.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Yekîtiya Sûriyeyê ne bi birçîkirina zarokên xwe, bi parastina rûmet û mafên wan tê avakirin.”
MSDyê bangî Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê jî kir ku ji bo parastina ewlehiyê midaxeleyeke lezgîn bike da ku ambargo bê rakirin û rê li ber têkçûna rewşa mirovî bê girtin.
Her wiha daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlehiyê û rêxistinên mirovî yên navneteweyî hat kirin ku bi lez komîteyên lêkolînê bişînin, korîdorên mirovî yên lezgîn vekin û tiştên ku diqewimin wekî sûcên ku hewceyî berpirsyariya navneteweyî ne bi nav bikin û tenê bi daxuyaniyan nemînin.
MSDyê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir, “Îro Kobanî bangî wijdanê cîhanê dike.
Nabe bajarê ku ji bo jiyanê bi ser ket ji mirina hêdî re bê terikandin.
Em wekî Meclisa Sûriyeya Demokratîk teqez dikin ku rûmeta xelkê Kobaniyê ne mijara dan û standinê ye û îradeya gelê wê yê ku DAIŞ têk bir, bi dorpêç û birçîbûnê nayê şikandin.”
Piştî şer û pevçûnên di navbera HSD û çekdarên Artêşa Ereban a Sûriyeyê de bajarê Kobaniyê û gundên wê ji aliyê Artêşa Ereban a Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin.
Serokê Encumena Xwecihî ya ENKSyê ya Kobaniyê Ednan Bozan îro ji Rûdawê re diyar kir ku nexweşî li nava zarokan belav dibe û nêzîkî 500 zarokan nexweş in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse