Herêma Kurdistanê 27 barhilgir alîkariyên din şandin Rojavayê Kurdistanê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Huner Cemal Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Darayiyê ya Herêma Kurdistanê 27 barhilgir alîkariyên din ji bo koçberan Rojavayê Kurdistanê şandin.

Berdevkê Wezareta Darayiyê ya Herêma Kurdistanê Huner Cemal eşkere kir ku alîkarî ji nêzîkî 9 hezar pakêtên xwarinê pêk tên ku giraniya her yekê 26 kîlogram e.

Huner Cemal di konferanseke rojnamegeriyê de li Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê ragihand ku alîkariyên wezaretê yên ji bo Rojavayê Kurdistanê gihîştine û dê di demeke herî nêzîk de ji deriyê sînorî derbas bibin.

Li gorî gotina Huner Cemal, alîkarî bi giştî ji heşt hezar û 910 pakêtên xwarinê pêk tên ku bi rêya 27 barhilgiran dê bigihîjin Rojavayê Kurdistanê.

Berdevkê Wezareta Darayiyê ya Herêma Kurdistanê amaje pê kir ku giraniya her yek ji pakêtên xwarinê 26 kîlogram e ku hemû xwarinên sereke li xwe digirin û bi giştî 230 ton in.

Wekî ku Huner Cemal got, dema ku bigihîjin Rojavayê Kurdistanê, alîkarî dê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ve li ser malbatên heqdar û koçberan bên belavkirin.

Di 6ê Kanûna Paşîn de, çekdarên Artêşa Ereban a Sûriyeyê êrişî taxên Kurdan ên Helebê kir.

Pişt re, ev êriş li seranserê herêmên Rêveberiya Xweser belav bûn û ji ber vê yekê bi hezaran welatî koçberî herêmên aram ên Rojavayê Kurdistanê bûn.

Tevî ku agirbest hatiye ragihandin û rêkeftin hatiye îmzekirin jî, hîn jî pêdiviya van koçberan bi alîkariyên lezgîn heye.

Koçber li dibistan û mizgeftên Hisîça, Qamişlo, Amûdê û Dêrika Hemkoyê hatine bicihkirin.

Li gorî zanyariyan nêzîkî 250 hezar kes koçberî Rojavayê Kurdistanê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst