Pervîn Buldanê li ser kongreya PKKyê daxuyanî da

09-05-2025
RÛDAW
Nîşan Pervîn Buldan Pêvajoya Çareseriyê Dem Paeri PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldanê li ser kongreya PKKyê got, “Li me hemûyan pîroz be.”

PKKyê îro eşkere kir ku wê 12emîn kongreya xwe bi awayekî serkeftî li dar xist. 

PKKyê li ser kongreyê got: “Kongreya 12emîn a PKK di navbera 5-7ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hate lidarxistin. Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hate pêkanîn."

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldanê li ser biryara PKKyê ji Haberturkê re got, “Niha êdî dê kevirên bingehîn ên aştiyê bên danîn. Li me hemûyan pîroz be. Min pir dixwest serokê min Sirri Sureyya Onder jî bibîne.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê diyar kir ku hindik maye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li Navenda DEM Partiyê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.

Ayşegul Doganê eşkere kir ku PKK dikare di demeke kurt de daxuyaniyê bide û got:

"Hindik maye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst