Li Erzînganê erdhej çêbû

09-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê îro di demjimêrên serê sibehê de bi hêza 4 pile erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihandiye, îro Înê 9ê Hezîrana 2023an li navçeya Mansî ya ser Erzînganê ve di demjimêr 04:49 xûlekan de erdhejek çêbûye.

Li gor AFADê, hêza erdhejê 4 pileyê Rîxter û kûrahiya wê 16.52 kîlometre di bin erdê de bûye.

Li gor zanyariyan di encama erdhejê de ti zirar çênebûne.

Duh li Dîlok û Meletiyê jî erdhej çêbûbûn.

Li gor AFADê, erdheja li Dîlokê li navçeya Îslahiyeyê bûye û bi hêza 3.7 pileyê Rîxter û di kûrahiya 13.13 kîlometriya erdê de bûye.

Resedxaneya Kandilliyê ya ser bi Zanîngeha Bogazicî ya Stenbolê ve jî ragihandibû, erdhejek bi hêza 3.2 pileyê Rîxter li navçeya Yavuzlar-Erende ya Meletiyê çêbûye.

Li gor heman çavkaniyê, erdhej di kûrahiya 4.6 kîlometriya erdê de çêbûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst