Li Sêrtê bav hat kuştin, kur birîndar e

09-06-2025
Nîşan Sêrt Kuştin Bav Kur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dihê ya Sêrta Bakurê Kurdistanê di pevçûna bi çekan a du koman de bav hat kuştin û kurê wî birîndar e.

Li gorî agahiyan, li gundê Bukatê yê Dihê du kom ji ber sedemeke nekifş bi çekan bi hev çûn.

Di vê pevçûnê de bav S.K. (72) û kurê wî E.K. (18) bi giranî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku S.K. li cihê bûyerê miriye û wan E.K. bi helîkoptera leşkerî veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Termê S.K. jî li meytxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Dihê ye.

Gumanbar H.S.S. berê reviya lê paşê xwe radestî cendirmeyan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst