Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê, kesekî kurê xwe yê 9 salî û birayê xwe bi kêrê kuştin.
Bûyer, li taxa Atakentê ya navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê qewimî.
Li gorî agahiyan, Fatîh Y. ji ber sedemeke ku hîn nayê zanîn, bi kurê xwe re kete nîqaşê.
Piştî ku nîqaş mezin bû û bû pevçûn, Fatîh Y. bi kêrê êrişî kurê xwe yê 9 salî kir.
Birayê wî Metîn Y. ku di heman avahiyê de rûdinişt, dema ku bûyer dît xwest rê li ber bigire lê ew jî rastî êrişa birayê xwe hat.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê diyar kir ku zarokê 9 salî û apê wî Metîn Y. li cihê bûyerê mirine.
Polîsan, kujer Fatîh Y.yê ku piştî bûyerê reviyabû, desteser kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse