Li Mereşê qeza: Bav û kur mirin, dê û keç birîndar in

09-07-2025
Nîşan Mereş Qeza Mirî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de bav û kur mirin û dê û ke jî birîndar bûn.

Derengê şeva borî otomobîla bi şofêrtiya Yasîn Polat (33) li nêzîkî Taxa Kilavuzluyê ji rê derket û ket nav coya avê.

Li ser agahdarkirinê AFAD, polîs û tîmên tendursitiyê çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de ajokar û hevjîna wî Merve û zarokên wan ên cêwî yên 3 salî yên bi navên Asil û Aslan birîndar bûn.

Tîman birîndar ji nav otomobîlê derxistin û birin nexweşxaneyên li bajêr.

Lê bav û kurê xwe yê 3 salî li nexweşxaneyê mirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst