Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê ji Efrînê yê Parlamentoya Sûriyeyê Yûsif Ehmed Henan programa xwe ya hilbijartinê eşkere kir û tekezî li ser Kurdî, kêmbûna kursiyên Efrînê û giringiya vegerandina koçberan kir.
Namzedê Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê yê ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê Yûsif Ehmed Henan ragihand ku navê wî ji bo namzediyê hatiye qebûlkirin.
Henan tekez kir ku eger ew bi ser bikeve ew dê ji bo du mijarên serekî û çarenivîssaz kar bike ku ew jî misogerkirina xwendina bi zimanê Kurdî ya li dibistanan û vegerandina bi rûmet a koçberên Efrînî ne.
Namzedê ji Efrînê yê Parlamentoya Sûriyeyê Yûsif Ehmed Henan bû mêvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê û li ser bernameya xwe hilbijartinê ji Nalîn Hesenê re axivî.
Yûsif Ehmed Henan derbarê pêvajoya namzediya xwe de got:
“Ez dê li ser herêma Efrînê ji bo Parlamentoya Sûriyeyê bibim namzed.
Min navê xwe pêşkêşî komîteya hilbijartinan ya şaxa herêmê kiriye û daxwaza min hatiye qebûlkirin.”
"Heta niha navê 4 kesan hatiye qebûlkirin"
Henan da zanîn ku heta niha li gel wî 3 kesên din jî hene ku navên wan hatine qebûlkirin û got, "Heta niha bi giştî 4 nav ji bo bazneya Efrînê hatine qebûlkirin."
Li gorî gotinên Henan, tê pêşbînîkirin ku derdora 50 kesî li Efrînê navên xwe ji bo vê postê pêşkêş bikin lê di dawiyê de piştî pêvajoya hilbijartinê, tenê kesek dê bi ser bikeve û di Parlamentoya Sûriyeyê de bibe nûnerê Efrînê.
Yek ji mijarên herî girîng ku Henan bal kişand ser, hejmara kêm a kursiyên ku ji bo Efrînê hatine terxankirin bû.
"Tenê kursiyek ji bo Efrînê heye"
Henan destnîşan kir ku ev yek neheqî ye li hemberî Efrînê û giraniya wê ya demografîk û siyasî û got:
"Mixabin pişka Efrînê di parlamentoyê de tenê yek kursî ye û ew jî ser bi parêzgeha Helebê ve tê hejmartin.
Divê hejmara kursiyan bê zêdekirin da ku nûnertiyeke rast û hevseng ji bo herêmê hebe.”
Derbarê programa xwe û wan sozên ku dide xelkê Efrînê, Yûsif Ehmed Henan du xalên stratejîk wekî bingeha karê xwe destnîşan kirin.
Kurdî û vegerandina koçberan
Henan bi awayekî zelal soza xwe ragihand û got, "Eger ez bibim parlamenter û biçim Şamê, du karên min ên sereke hene.
Ya yekem, ez dê li ser wê yekê kar bikim ku xwendina bi zimanê Kurdî li dibistanan bibe fermî û wekî mafekî sereke yê zarokên Kurd bê qebûlkirin.”
Xala duyem û ya herî girîng ji bo rewşa Efrînê ya niha vegerandina koçberan e.
Henan got, “Her wiha, ez ê li ser vegerandina xelkê Efrînê ya bo cih û warên wan kar bikim.”
Ev soz di demekê de tê ku ji sala 2018an ve, piştî dagîrkirina Efrînê, bi sed hezaran Kurdên Efrînê koçberî herêmên din ên Sûriyeyê û derveyî welat bûne û heta niha hejmarek ji wan venegriyane ser mal û milkên xwe.
Mekanîzmaya nû ya hilbijartinan
Hilbijartinên meha Tebaxê dê li Sûriyeyê bibin ceribandina yekem a sîstema nû ya siyasî.
Parlamentoya Sûriyeyê ji 150 kursiyan pêk tê lê mekanîzmaya hilbijartina wan ji berê cuda ye:
100 kursî (du li ser sê) bi rêya hilbijartineke ne rasterast tên diyarkirin lê 50 kursiyên mayî (yek li ser sê) rasterast ji aliyê Serokomarê Sûriyeyê ve tên destnîşankirin.
Rêjeya herî mezin a parlamenterên nû, ango ji sedî 70, dê ji teknokrat û pisporan pêk were lê ji sedî 30 jî dê ji bo rûspî û kesayetiyên civakî bên terxankirin.
Komîteya Bilind a Hilbijartinan serperiştiya giştî dike. Li her parêzgehê şaxê komîteyê tên avakirin.
Ev komîte li navçeyan "Desteyên Hilbijêr" ava dikin ku ji bo her kursiyî ji 30 heta 50 kesan pêk tên. Ev deste dê nûnerê dawî hilbijêrin.
Dabeşkirina kursiyan û pirsa nûneratiyê
Dabeşkirina kursiyan li ser parêzgehan jî giraniya siyasî û demografîk a herêmê nîşan dide.
Parêzgeha Helebê bi 20 kursiyan xwedî pişka herî mezin e. Piştre Şam (11) û Gundewarê Şamê (10) tên.
Parêzgehên wekî Hisîçayê 6 kursî, Reqa 3 û Quneytra jî 2 kursî ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse