Amed (Rûdaw) - Li Amedê di nav 10-12 salên dawî de xwedîkirina gamêşan gelek zêde bûye.
Piştî 2010an, bi handan û piştgiriya Wezareta Çandinî û Ajelvaniyê, piştgiriya madî ji bo gamêşvanan hat dayîn û ji ber vê yekê jî ev hejmar zêde bûye.
Piştî sala 2010an, Wezareta Çandinî û Ajelvaniyê ya Tirkiyeyê, ji bo ku li seranserê welêt xwedîkirina gamêşan zêde bibe, projeya "Islahkirina Gamêşên Anadoluyê" dabû destpêkirin.
Di nav 14 salan de, bi saya wê projeyê, li Tirkiyeyê hejmara gamêşan ji sedî 100 zêde bûye û Amed jî yek ji wan bajaran e.
Ji aliyekî ve bi proje û handana maddî ya wezaretê, ji aliyê din ve jî bi xebata Yekîtiya Hilberînerên Gamêşên Tovî, ji destpêka projeyê heya niha li Amedê hejmara gamêşan nêzîkî ji sedî 130 zêde bûye.
Bi projeyên wezaretê, niha Amed li seranserê Tirkiyeyê di warê xwedîkirina gamêşan de piştî Samsûnê di rêza duyemîn de ye.
Lewra niha li bajêr zêdetirî 1,200 gamêşvan û bêtirî 17 hezar gamêş hene.
Gamêşvan ji handana wezaretê kêfxweş in û dibêjin ku ew dixwazin li her gundekî Amedê gamêş werin xwedîkirin.
Ji bo vê yekê jî ew dibêjin ku divê şaredarî û saziyên pêwendîdar li her gundekî bajêr ji bo gamêşan golên avê çêkin.
Gamêşên gundê Kozanê yê Sûra Amedê ji bo mexel û hênikbûnê, bi kelekela germa nîvroyê re ji çêrgeh, mêrg û zozanên derdora bajêr vedigerin ser golên avê.
"Em dixwazin li Amedê hejmara ajaldaran zêde bibe"
Endezyarê Çandiniyê Muharrem Çetînkaya xwestekên xwe wiha anîn zimên:
"Em dixwazin ku li Amedê hejmara ajaldaran zêde bibe. Em dixwazin ku li hemû gundan gamêş werin xwedîkirin.
Heke li gundekî hejmara wan 5 be, bila bibe 30-40 gamêşvan. Şîrê gamêşan û mastê wan ji bo tenduristiya mirovan gelekî baş in.
Niha li Amedê 17 hezar gamêş hene lê em dixwazin ev hejmar bibe 100 hezar, bibe 200 hezar."
Gamêşvanên Amedî ji geşbûna gamêşvaniyê û berdewamiya projeyê razî ne.
Lê ji bo ku gamêşvanî li her gundên Amedê berbelav bibe, amaje bi hin pêwîstiyên sereke yên jêveneger dikin.
"Ji bo bipêşketina gamêşvaniyê divê golên avê bên çêkirin"
Gamêşvan Şahap Durmuş piştgiriya dewletê ya ji bo gamêşvanan wiha bi rêz dike:
"Ji bo ku gamêşvanî li welatê me belavtir bibe, dewlet piştgiriyeke wiha dide;
Ji bo her sakê ku nû tê dinyayê dewlet hezar lîre dide, ji bo her madikeke avis dewlet 3 hezar û 200 lîre dide û ji bo madika ku dizê jî 4 hezar û 200 lîre pere dide.
Em dixwazin ev piştgirî hinekî din jî zêde bibe da ku gamêşvanî belav bibe. Jiyana gamêşê bi avê ve girêdayî ye.
Ji ber vê yekê jî em dixwazin walîtî, şaredarî û qaymeqamtî li her gundî golên avê çêbikin da ku ev kar bi pêş bikeve."
Li gorî amarên fermî, di warê xwedîkirina gamêşan de piştî bajarê Samsûnê, Amed li seranserê Tirkiyeyê di rêza duyemîn de ye.
Di rewşa heyî de 1.200 gamêşvanên tomarkirî hene û salane zêdetirî 6 hezar sak jî li garana gamêşan a Amedê zêde dibin.
"Nêzîkî 20 sal in ez gamêşan xwedî dikim"
Gamêşvan Mûsa Durmuş wiha behsa xwedikirina gamêşan dike:
"Nêzîkî 20 sal in ez gamêşan xwedî dikim. Niha derdora 80 gamêşên min hene.
Gamêş zêde êm dixwin. Gamêşek bi qasî du dewaran dixwe.
Ji bo min xwedîkirina gamêşan rihet e lê ji bo endamên malbatê xwedîkirina wan zehmet e.
Dibêjin, 'Em xwedî nakin, mesrefên wan zêde ne' lê ez bi zorê vî karî didomînim."
Daneyên TUÎK'ê nîşan didin ku di sala 1980yî de zêdetirî 1 milyon û 40 hezar gamêş dihatin xwedîkirin lê di nav salan de ev hejmar ji sedî 90 kêm bûye û daketiye 90 hezarî.
Lê bi handan û piştgiriya wezaretê, niha li seranserê Tirkiyeyê nêzîkî 200 hezar gamêş tên xwedîkirin û ev hejmar sal bi sal zêdetir dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse