RAPIRSÎ - Ji sedî 53,4ê xelkê ditirse ku bê kar bimîne

09-08-2023
RÛDAW
Nîşan Rapirsî Yoneylem Aborî Dahat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînan a Yoneylemê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 67ê xelkê ditirse ku destkeftên jiyanê ji dest bide.

Kompanyaya Yoneylemê, encamên rapirsiya “Bandorên Qeyrana Aborî li ser Welatiyan” ku di navbera 27 û 31 Tîrmehê de li 27 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi 2 hezar û 100 kesî kiribû, belav kir.

Li gorî rapirsiyê welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ditirsin ku destkeftên jiyanê ji dest bidin, nikaribin pêwîstiyên xwe yên bingehîn dabîn bikin, nikaribin perwerdeyê wergirin û deynên xwe bidin.

Ji sedî 53,4ê xelkê ditirse ku bê kar bimîne

Encamên girîng ên rapirsiyê wiha ne:

-Ji sedî 67ê xelkê ditirse ku destkeftên jiyanê ji dest bide û ji sedî 25,6 jî natirse.

-Ji sedî 58,6ê xelkê ditirse ku nikaribe xerciyên tenduristiyê bide û tirsa ji sedî 34,7ê xelkê jî di vî warî de nîne.

-Ji sedî 62ê xelkê ditirse ku nikaribe pêwîstiyên xwe yên bingehîn dabîn bike û ji sedî 29,4 jî natirse.

-Ji sedî 55ê xelkê ditirse ku nikaribe ew û kesûkarên xwe perwerdeya pêwîst wergirin û tirsa ji sedî 39,8ê xelkê jî nîne.

-Ji sedî 53,4ê xelkê ditirse ku bê kar bimîne û kar peyda neke û tirsa ji sedî 40,6ê xelkê di mijara bêkarbûnê de nîne.

-Ji sedî 64ê xelkê ditirse ku nikaribe deynê xwe bide lê ji sedî 28,3ê jî dibêje tirseke wan a wiha nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst