Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiyeke nû ya Ajansa Anadoluyê (AA) û Navenda Lêkolînên Civakî ya Enqereyê (ANAR), ji sedî 68,4ê beşdaran piştgiriyê didin pêvajoyê çareseriyê.
Rapirsî her wiha nîşan dide ku pirsgirêka herî mezin a li pêşiya Tirkiyeyê bi rêjeya Ji sedî 50,5 "aborî û bihabûna jiyanê" ye.
2 hezar û 69 kes beşdar bûn
Rapirsiya ku bi hevkariya Navenda Lêkolînan a Ajansa Anadoluyê (ARC) û ANARê hat kirin, di navbera 9-15ê Gulanê de li 26 herêman bi rêya "anketa telefonî ya bi alîkariya kompîterê" bi 2 hezar û 69 kesan re hat pêkanîn.
Rêjeya şaşiyê ya lêkolînê bi qasî ji sedî 2,15 hatiye hesabkirin.
Li gorî encaman, ji sedî 68,4ê beşdaran li ser pirsa "Hûn pêvajoyê çawa dinirxînin?" gotiye "Ez erênî dibînim."
Rêjeya kesên ku gotiye "Ez neyînî dibînim" ji sedî 28,1 e û ji sedî 3,5ê beşdaran jî gotiye ku nêrîna wan nîne an jî bersiv nedane.
Pirsgirêka sereke: Aborî û bihabûna jiyanê
Di rapirsiyê de ji beşdaran hatiye pirsîn "Li gorî we pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê ku divê were çareserkirin çi ye?"
Ji sedî 50,5ê beşdaran bersiva "aborî û bihabûna jiyanê" daye.
Piştî aboriyê, bi rêjeya Ji sedî 13,8ê "dad û daraz" tê. Rêjeya kesên ku “koçberî”yê wekî pirsgirêka herî girîng dibînin ji sedî 1,1 e.
Gelo destûreke (makezagon) nû pêwîst e?
Her wiha pirsa "Gelo hûn hewcedariyê bi destûreke nû ji bo Tirkiyeyê dibînin?" jî ji beşdaran hatiye kirin.
Ji sedî 56,3yê beşdaran gotiye ku pêwîstî bi destûreke nû heye lê Ji sedî 40,2yê wan gotiye pêwîstî pê nîne.
Asta dahat û refahê
Beşdaran pirsa "Ji hêla dahat û refahê ve hûn xwe di kîjan komê de dibînin?" wiha bersivandiye:
Navîn: Ji sedî 35,2
Ji navîn kêmtir: Ji sedî 34,7
Ji navîn zêdetir: Ji sedî 25,9
Asta bextewariyê
Li ser pirsa "Gava hûn rewşa giştî ya jiyana xwe dinirxînin, hûn xwe çi qasî bextewar hîs dikin?" encamên balkêş derketin:
Ne bextewar im ne jî xemgîn im: Ji sedî 36,3
Bextewar im: Ji sedî 24,1
Xemgîn im: Ji sedî 15,2
Gelekî bextewar im: Ji sedî 10,4
Metirsiya kêmbûna rêjeya nifûsê
Di beşeke din a rapirsiyê de, ji sedî 65,6ê beşdaran kêmbûna rêjeya zêdebûna nifûsê wekî "gefeke ji bo Tirkiyeyê" bi nav kirie.
Bikaranîna hişê çêkirî
Derbarê bikaranîna hişê çêkirî, ji sedî 57,7ê beşdaran gotiye ku ew qet bi kar nayînin.
Tenê Ji sedî 13ê beşdaran gotiye ku ew hişê çêkirî "gelek caran" bi kar tînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse