Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro dê li 12 parêzgehan baran bibare û ji ber metirsiya ba û bahozê hişyarî da ku divê tedbîrên pêwîst werin standin.
Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro li 7 parêzgehên Tirkiyeyê û 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê Dêrsim, Erzingan, Çewlîg, Dîlok û Semsûrê dê baran bibare û pêşbîniya ba û bahozê jî tê kirin.
Her wiha roja înê jî li parêzgeha Erzinganê baran bariya û li 3 taxan qatên jêrîn ên avahiyan di bin avê de man.
Ji ber bahozê zerer gihîşt banê gelek avahiyan.
Li gorî pêşbîniya saziyê, vê hefteyê pileyên germahiyê kêm nabin û li zêdetirî 22 parêzgehan dê pileya germahiyê 40 pileyî derbas bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse