Li Sêrtê malbatek heta niha jî zînkeriyê dike: ‘Ji bav û kalên me maye’

09-10-2023
RÛDAW
Nîşan Sêrt Zînkerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê du bira heta niha jî karê zînkeriyê dikin.

Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê du birayên bi navên Mehmûd û Mûcir di dikaneke biçûk de zînkeriya ku ber bi nemanê ve diçe, dikin.

Ew aksesuarên ku ji bo hesp û hêstiran tên bikaranîn bi rêbazên kevnar, bi destan çêdikin.

“Ev kar ji bav û kalên me ji me re maye”

Hoste Mahmut Tokgoz li ser karê xwe got:

“Ev kar ji bav û kalên me ji me re maye. Berê bapîrê min kerwançî bû û di navbera welatan de diçû û dihat.

Wî karê kirîn û firotina hespan dikir. Niha jî 3 hespên me hene. Em heyranên hespê rehwan in. Em tiştên ji bo wan pêwîst in çêdikin.

Daxwaza li ser tiştên ku em çêdikin zêde ne, ji her devereke Tirkiyeyê daxwaz hene.”

Her du bira, hevsar, serhevsar, lixav, xwircîn, zîn, qeydik, teng û sermilkên hespan çêdikin û dixemilînin.

Ew li ser daxwazê berhemên xwe çêdikin û dişînin piraniya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

“Heta niha em bê pere nemane”

Hoste Mûcir Tokgoz jî anî ziman:

“Heta niha em bê pere nemane. Em şev û roj dixebitin lê em pê re nagihin. Em dixwazin zarokên me jî fêrî vê pîşeyê bibin.

Em dê her tim ne li ser serê wan bin, lewma divê zarokên me ji xwe re karekî bikin.

Dema ku me dev ji vî karî berda, hem ev kar nayê jibîrkirin û hem jî dibe çavkaniyeke debarê ji bo wan.”

Çawa ku ev her du bira ji bav û kalên xwe fêrî vê pîşeyê bûne, dixwazin ji zarokên xwe re bihêlin û ji niha ve wan jî fêr dikin.

Ew dibêjin armanca wan parastina vê pîşeyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst