Serokê HUDA-PARê: Gotinên min ên derbarê zaroka 6 salî de hatin berevajîkirin

09-12-2022
RÛDAW
Nîşan HUDA-PAR Zekeriya Yapicioglu Zewaca Zarokan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu di derbarê gotina xwe ya “Zarok çend salî ye, li gorî çi zarok e, li gorî kê zarokê?” got “Hevokên ku min duh êvarî di weşana zindî ya kanaleke YouTubeê de di derbarê temenê zewacê de bi awayekî abstraktî bikar anî, wekî ku em îstîsmara zayendî ya zaroka 6 salî ya ku di van demên dawî de tê nîqaşkirin diparêzin, ji çarçoweyê hatine derxistin û berevajîkirin. Em ê li ber hiqûqê bi celladên rûmetê re hesab ji hev bipirsin.”

Zekeriya Yapicioglu di weşana zindî ya kanala Youtube ya 3S Mediayê de li ser pirsa “Hinek cemaet destûrê didin zewaca zarokan hûn di derbarê vê mijarê de çi difikirin?” wiha bersiv dabû “Zarok çend salî ye, li gorî çi zarok e, li gorî kê zarokê? Niha hine 20 salî ne lê hê jî zarok in, hinek 15 salî ne lê ne reşîd in.”

Serokê HUDA-PARê li ser van gotinên xwe wiha axivî “Ez hiqûqnas im, dema min li fakultay hiqûqê dixwend, bi qanûnî derfet hebûn ku zarokên keç di 15 saliya xwe de û zarokên kur jî di 16 saliya xwe de bizewicin. Eger dê û bavên wan razîbûna, dikaribû bizewiciyana. Bi ya min eger kesek xwe wek psîkolojîk û biyolojîk ji bo zewacê xwe amade hîs bikin, dê û bav jî vê guncaw bibînin, divê karibin ew di temenek zûtir de bizewicin. Niha gelek kes ji ber ku di temenê gênc de zewicine di girtîgehê de ne û ev malbat parçe bûne û di rewşeke pir mexdûr de ne. Ev birînek pir ciddî ye. Bi guvaşên Ewropayê ku zarokan nabe. Belê bila zewaca zarokan tinebe, lê herkes di heman temenê de ji zarokatiyê xelas nabe. Divê em vê jî bizanibin, divê em rastiya cuva xwe jî bizanibin.”

Li aliyê din Yapicioglu diyar kir ku gotinên wî hatine berevajîkirin û der barê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da:

“Hevokên ku min duh êvarî di weşana zindî ya kanaleke YouTubeê de di derbarê temenê zewacê de bi awayekî abstraktî bikaranî, wekî ku em îstîsmara zayendî ya zaroka 6 salî ya ku di van demên dawî de tê nîqaşkirin diparêzin, ji çarçoweyê hatine derxistin û berevajîkirin. Em ê li ber hiqûqê bi celladên rûmetê re hesab ji hev bipirsin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst