HSD: Me li Dêrezorê êrişeke DAIŞê têk bir

Duh li 04:57
RÛDAW
Nîşan HSD Dêrezor DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku şervanên wan li gundên rojhilatê Dêrezorê êrişeke DAIŞê têk bir.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê êrişê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şaneyeke DAIŞê li gundê Meraşîdeyê yê bajarokê Sûseyê yê li rojhilatê Dêrezorê êrişî xaleke leşkerî ya HSDyê kir.

"Çekdarek hat kuştin"

HSDyê da zanîn ku di navbera êrişkar û şervanan de şer derketiye û got:

"Di encama şer de çekdarekî DAIŞê hat kuştin û yek jî bi giranî birîndar bû.

Her wiha motorsîkletek û keleşnîkova çekdaran jî hatiye desteserkirin."

Di berdewamiya daxuyaniyê jî de wiha hat gotin:

"Em dê bi hêz û bêyî dudilî li hemberî hewldanên wan bisekinin.

Operasyonên paqijkirinê û serdegirtina şaneyên veşartî dê berdewam bikin da ku em rê li ber êrişên wan bigirin."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst