Li Colemêrg, Sêrt, Wan û Şirnexê berf dibare

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Berf Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Colemêrg, Sêrt, Wan û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê berf dibarê û tê texmînkirin ku berfeke zêde bibare.

Pêleke berf û baranê gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dane ber xwe.

 Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê pêşbînî dike ku îro li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê berfeke zêde bibare.

Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê, li parêzgehên Colemêrg, Sêrt, Wan û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê berf dibare û tê payîn ku berf hîn girantir bibe.

Li kîjan bajaran baran dibare?

Tê çaverêkirin ku li parêzgehên Erzirom, Qers, Meletî, Êlih, Amed û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê jî hewa bi ewr be û bi giştî li tevahiya herêmê car caran baran bibare.

Li gorî pêşbîniyên Keşnasiyê, îro li piraniya herêmên Tirkiyeyê baran dibare.

Leza ba li rojavayê Marmarayê û peravên Egeyê di demjimêrekê de digihîje 75 kîlometreyan û dê wekî bahozê bandorê bike.

Pileyên germê li herêmên navîn û rojhilatê Deryaya Reş 3 heta 5 pileyan dadikevin.

Ji welatiyan hat xwestin ku li hemberî her bûyera nexwestî hişyar bin û tedbîran bistînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst