Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser armancgirtina sektora enerjiyê ya di navbera salên 2018 û 2025an de raporek belav kir.
Di raporê de tê diyarkirin ku êriş bi awayekî metirsîdar geş bûne û ji bikaranîna Katyûşayan derbasî mûşekên balîstîk û dronan bûne.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporek bi navnîşana "Armancgirtina Binesaziya Enerjiyê ya Herêma Kurdistanê (2018-2025); Amar û Encamên Aboriyê" belav kir.
Rapor balê dikişîne ser ziyanên madî û mirovî û wan metirsiyên ku rûbirûyî ewlehiyê enerjiyê û jîngeha veberhênanê bûne.
Ji bêzarkirinê ber bi lêdana stratejîk ve
Li gorî raporê, êriş li ser çar qonaxan dabeş dibin.
Di qonaxa yekem de (2018-2021), êriş tenê ji bo bêzarkirinê bûn û bi rêya Katyûşayan li derdora qadan dixistin bêyî ku ziyanên mezin hebin.
Lê sala 2022yan wekî xala werçerxanê hatiye diyarkirin, dema ku bi mûşekên balîstîk malên veberhênerên sektora enerjiyê hatin armancgirtin.
Ji wan, 13ê Adara 2022yan bombebarankirina mala Birêvebirê Giştî yê Grûpa Kar Şêx Baz Berzincî û pişt re Nîsan û Gulana 2022yan armancgirtina Qada Kelekê ya bi mûşekên Grad û dronan ku ji deverên nêzîkî Deşta Nînowayê ve hatibûn avêtin û ziyan gihandibûn embarên sotemeniyê.
Qurbaniyên sivîl û pûçkirina jiyanê
Rapor amaje bi wê yekê dike ku qonaxa sêyem (2023-2024) metirsîdartir bûye û rasterast jiyana xelkê kiriye armanc.
Bûyera herî diyar bombebarankirina mala Xwediyê Grûpa Falconê Pêşrew Dizeyî bû 15ê Kanûna Paşîn a 2024an ku bû sedema candana wî, endamên malbata wî û mêvanên sivîl.
Her wiha 26ê Nîsana heman salê, cara yekem bi dronan êrişî Qada Kormorê hat kirin û 4 karmendên biyanî can da û karên wê bi awayekî demkî hatin rawestandin.
2025: Sala êrişên dijwar û tariyê
Hikûmet derbarê sala 2025an eşkere dike ku armanc hatiye guhertin û bûye "pûçkirina temam" a sektora kareba û petrolê.
Bi awayekî ku meha Tîrmehê bi "refê dronan" êrişî 5 qadên petrolê (Xurmela, Sersing, Pêşxabûr, Tawke û Şêxan) hatiye kirin û ji ber wê hilberîna 220 hezar bermîl petrolê di rojekê de hatiye rawestandin.
Êrişa dawî jî 26ê Çiriya Paşîn a 2025an a li ser embara gaza şil a malan (LPG) a li Kormorê bûye ku bandoreke wê ya wêranker hebûye.
Ziyanên gihîştine sektora karebayê
Li gorî wê tabloya ku hikûmetê belav kiriye, bandora êrişên dawiya Çiriya Paşîn li ser sektora karebayê wiha bûye:
- Hilberîna karebayê: Ji 4 hezar û 200 megawatan daketiye bin hezar megawatî.
- Hilberîna gazê: Ji 750 milyon pê sêca daketiye sifirê.
- Demjimêrên karebayê: Ji 18 heta 24 demjimêran bûye qutbûna temam a li piraniya deveran.
Rapor behsa wê yekê dike ku êrişan tenê Herêma Kurdistanê nexistiye tariyeke temam, di heman demê de bûne sedema rawestana hinardekirina enerjiyê ya tora niştimanî ya Îraqê jî.
Tabloya bûyer û bandorên herî diyar (2022 – 2025)
- 13ê Adara 2022yan: Bi mûşekên balîstîk ji derveyî sînorê Herêma Kurdistanê êrişî cihê niştecihbûnê hat kirin û bû sedema wêranbûna cihê sivîl ê taybet.
- 1ê Gulana 2022yan: Bi mûşekên Grad êrişî Qada Kelekê ya li Deşta Nînowayê hat kirin, agir bi embarê ket û ziyan gihand hilberînê.
- 15ê Kanûna Paşîna 2024an: Bi mûşekên balîstîk ji derveyî Herêma Kurdistanê êrişî cihê niştecihbûnê hat kirin, ziyana canî hebû (veberhêner û xelkê sivîl).
- 26ê Nîsana 2024an: Bi dronan ji Xurmatûyê ve êrişî Qada Kormorê hat kirin û di encamê de 4 karmendên teknîkî hatin kuştin û kar hat rawestandin.
- 26ê Çiriya Paşîna 2025an: Bi dronan êrişî Qada Kormorê hat kirin û bû sedema teqandina embara gaza LPGyê û windakirina 3 hezar megawat karebayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse