Xarkîv (Rûdaw) - Li ser rûyê erdê dengê top û mûşekan, li binê erdê jî dengê mamoste û xwendekaran heye.
Li gundê Staryi Saltiv yê Ukraynayê ku tenê 15 kîlometreyan dûrî Rûsyayê ye, jiyan û perwerde êdî koçî binê erdê dikin.
Ev gund tenê 15 kîlometreyan dûrî sînorê Rûsyayê û eniyên pêş ên şer e û di bin bombebaraneke dijwar deye.
Yek ji bombebaranên wêranker ên Rûsyayê yên li ser vê herêmê, bombebarana dibistana gund bû.
Saetek beriya ku xwendekar bên dibistanê, avahî bi 5 dronên Şahid hatibû armanckirin.
Piştî vê bûyerê, rayedaran biryar da ku ji bo xwendekaran û parastina xelkê li wir stargeheke taybet ava bikin.
Rûberê vê stargehê hezar û 500 metre ye û kompanyayeke Ukraynayî bi piştgiriya darayî ya hikûmetê erkê avakirina wê li xwe girtiye.
Zêdetirî 400 kesî dikarin di stargehê de bimînin.
"Divê li hemberî mûşekên S-300 li ber xwe bide"
Birêvebirê Giştî yê kompanyayê Andriy Dmytrenko li ser taybetiyên stargehê ji Rûdawê re got:
"Niha em 5 metreyan di bin erdê de ne. Stûriya banê me yê jorîn 80 santîmetre beton e û 80 santîmetre jî axa din li ser hatiye dagirtin.
Divê ev ban li hemberî lêdana mûşekên S-300 li ber xwe bide.
Li vê stargehê pergalên vemirandina agir û guhertina hewayê hene. Heta eger elektrîk qut bibe jî çavkaniyên yedek û av hatine dabînkirin.
Bi kurtî, hemû amadehî hatine kirin da ku xelk karibe demeke dirêj bi awayekî ewle lê bimîne."
Karê avakirina vê stargehê Gulana 2025an dest pê kiriye û tê plankirin ku di Kanûna Paşîn a 2026an de ji bo 200 xwendekarên vê herêmê amade be û polên taybet ji bo wan bên amadekirin.
Li şantiyeyê stargehê 45 karker hene ku 5 kes ji wan jin in û ew bi şev û roj dixebitin.
"Dê zarok li vir ewle bin"
Karkera bi navê Anyayê behsa hewlên parastina zarokan kir û got:
"Ji ber ku zarokên min jî hene, hemû dayîk û bav ewlehiya zarokên xwe dixwazin.
Biryar e zarok li vir bixwînin, ev dêr dê aram û ewle be. Niha rewş tirsnak e, bi taybetî li gel teqînên zêde yên van demên dawî, dê zarok li vir ewle bin."
Ji ber berdewamiya topbaran û bombebaranan û hebûna hêzên ewlehiyê li vê herêmê, hejmareke kêm a xelkê li vir maye û ji bilî kirîna pêdiviyên rojane ew gelekî kêm çûnûhatinê dikin.
“Av û elektrîk gelek caran qut dibin”
Şêniyekî herêmê li ser rewşa jiyanê got:
"Berê li Staryi Saltivê nêzîkî 4 hezar kesan diman lê niha 1,500 kes mane. Elektrîk û av hene lê ji ber topbaranê yan karên çakkirinê, qutbûna av û elektrîkê zêde dibe.
Hîn hinek dikan li vir kar dikin lê her meh bi rêya dezgeheke xêrxwaziyê em pakêtên xwarinê werdigirin û bi vî awayî piştgiriya şêniyên herêmê dikin."
Rewşa taybet a şer li bakur û rojhilatê Ukraynayê wiha kiriye ku stargehên zêdetir bên çêkirin û xelk jiyana xwe ya rojane di bin erdê de derbas bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse