Zelenskyy Putin vexwend Kîevê

06-09-2025
RÛDAW
Nîşan Volodymyr Zelenskyy Vladimir Putin Ukrayna Rûsya Şer Kîev Moskow
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy vexwendina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a ji bo hevdîtina li Moskowê red kir.

Zelenskyy Putin vexwend û got, "(Putin) dikare were Kîevê. Dema welatê min her roj di bin êrişên mûşekan de be ez nikarim biçim Moskowê."

Zelenskyy ji kanala ABC Newsê ya Amerîkayê re axivî û pêşniyara Putin nirxand.

Zelenskyy, vexwendina Putin a ji bo dan û standinên li Moskowê yên ji bo dîtina çareseriyeke dîplomatîk a şer red kir û got:

"(Putin) dikare were Kîevê. Dema welatê min her roj di bin êrişên mûşekan de be ez nikarim biçim Moskowê. Ez nikarim biçim paytexta wî terorîstî."

Zelenskyy diyar kir ku niyeta serokê Rûsyayê ya bidawîkirina şer nîne û ji ber vê yekê Putin bi pêşniyarên ku ne mimkin in ji aliyê aliyan ve bên qebûlkirin hewl dide pêvajoyê dereng bixe.

Zelenskyy got, "Em nikarin ji Putin bawer bikin. Ew lîstikan dilîze û niha jî bi Amerîkayê dilîze."

Putin 3yê Îlonê diyar kiribû ku ew di mijara şerê Ukraynayê de ronahiyê di dawiya tunelê de dibîne û Zelenskyy vexwendibû Moskowê û gotibû ku ew amade ye pê re hevdîtinê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst