Hewlêr (Rûdaw) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê (Asayîş) daxuyaniya Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya derbarê rawestandina şer û operasyonên li taxa Şêx Meqsûdê derewan.
Asayîşê di daxuyaniyekê de ragihand ku îdiayên Şamê yên ji bo agirbestê "bi temamî derew in" û ev yek hewldanek e ji bo xapandina raya giştî.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku milîsên hikûmeta Şamê hîn jî bi tank dron Nexweşxaneya Xalid Fecir a sivîl topbaran dikin û di encamê de gelek sivîl birîndar bûne.
"Zirêpêşeke milîsan hate rûxandin"
Li gorî agahiyên Asayîşê, di dema ku Şamê daxuyaniyên xapînok belav dikirin, hêzên wan li Taxa Rojava bersiva êrişeke giran a milîsan da.
Di encama vî şerê kolanan de zirêpêşeke leşkerî ya milîsan hate rûxandin. Asayîşê teqez kir ku şervanên wan ji bo parastina xelkê û taxên xwe bi fedaî li ber xwe didin.
"Şêwazê sûcên li Siwêda û Peravê ducare dikin"
Navenda Ragihandinê ya Asayîşê bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta Şamê derewan wekî perdeyekê ji bo sûcên xwe bi kar tîne.
Asayîşê diyar kir ku ev heman şêwazê êrişan e ku berê li herêmên Beravê (Sahil) û Siwêdayê li dijî sivîlan hatibû bikaranîn.
Di dawiya daxuyaniyê de, Asayîşê hikûmeta Şamê û milîsên wê ji van sûcan berpirsiyar girt û bangî civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bêdengiya xwe bişkênin û ji bo rawestandina van binpêkirinan û darizandina berpirsiyaran yekser bikevin tevgerê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse