Çîroka hovîtiyê li Helebê: Mam û biraziyek di nexweşxaneyê de hatin kuştin

12 demjimêr berê
RÛDAW
Ednan û Elî\ Wêne Malbata Osman
Ednan û Elî\ Wêne Malbata Osman
Nîşan Taxa Eşrefiyeyê Taxa Şêx Meqsûdê Artêşa Ereban a Sûriyeyê Heleb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan ên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên bajarê Helebê, çîrokên cuda tên bihîstin.

Çîroka kuştina mam û biraziyekî ku yek jê dermanfiroş û yê din jî birêvebirê nexweşxaneyê bû, ji hemûyan biêştir e.

Ew sivîl bûn û "bi zanebûn hatin qetilkirin", her wiha "pere û zêrên wan hatin dizîn."

Ednan Osman Birêvebirê Nexweşxaneya Osman a li taxa Eşrefiyeyê bû. Biraziyê wî Elî Osman jî dermanfiroş bû û di dermanxaneya nexweşxaneyê de xizmet dikir.

Dema êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê, wan biryar da ku nexweşxaneyê neterikînin û li wir bimînin lê li heman cihî hatin kuştin.

"Ednan û Elî ji bo parastina nexweşxaneyê man"

Her du jî xelkê Efrînê ne û berî nêzîkî 60 salan çûne Helebê. Welîd Xoce ku pismamê wan e û li Hewlêrê dijî, çîroka kuştina wan ji Rûdawê re vegot.

Welîd Xoce got, "Pismamên min bijîşk Osman û bijîşk Xelîl û malbatên wan, ew kesên sivîl in û di beşa tenduristiyê de ne.

Li Nexweşxaneya Osman a li Eşrefiyeyê bûn, ji bo xizmetê û parastina nexweşxaneyê li wir man."

Welîd wiha behsa kêliya kuştina wan kir,"Saet 09:00an Elî bi telefonê bi min re peyivî û got:
'Hatin nav nexweşxaneyê.' Paşê gotin ku hatine girtin.

Me pêwendî danî û efseran got 'înşalah tiştek nabe û em dê wan berdin.' Paşê saet 02:00-03:00ê piştî nîvê şevê, cîranekî wan çûye nav nexweşxaneyê da ku bizanibe çi bûye.

Wî dît ku gule li eniya Ednan dane û her du bi hev re hatine kuştin."

Welîd Xoce teqez kir ku her du jî sivîl bûn û ti pêwendiya wan bi hizib û siyasetê re tune bû. Wan tenê dixwest nexweşxaneya xwe biparêzin.

"Zêr û pereyên wan birine"

Welîd diyar kir ku dema artêş ketiye Eşrefiyeyê, dîtine ku zêr û pere li cem wan hene û ew kuştine.

Welîdê pismamê Elî û Ednan got,"Kujer çekdarên Artêşa Ereban a Sûriyeyê ne.

Nexweşxaneya Osman li destpêka taxa Eşrefiyeyê ye û dema ketine taxê, yekser çûne nav nexweşxaneyê, di demekê de ku ti çekdarek lê tune bû."

Ednan Osman sala 1968an ji dayîk bûye û bavê 5 zarokan bû û birêvebirê nexweşxaneyê bû.

Elî jî 1989an ji dayîk bûye û bavê 2 zarokan bû û dermanfiroş bû; wî sala 2010an xwendina xwe li Rûsyayê temam kiribû.

Nexweşxaneya Osman ji aliyê kê ve hatibû avakirin?

Nexweşxane aîdî 5 birayan bû ku her pênc jî bijîşk bûn. Nexweşxane sala 2013an hatibû vekirin.

Avahî 7 qat bû û ji xeynî bijîşkan, 50 derfetên kar peyda kiribûn.

Nexweşxane xwedî moleta fermî bû û di serdema Beşar Esed de jî xizmet dikir. Niha ji ber bombebaranê êdî kar neke.

"2 Kurd û Erebek bûn lê Ereb nekuştin"

Dema artêş ketiye nexweşxaneyê, sê kes li wir bûn: Elî, Ednan û welatiyekî Ereb bi navê Salih.

Welîd Xoce got, "Ereb nekuştin. Dema zanîn ew Kurd in û xelkê Efrînê ne, ew kuştin."

Welîd Xoce bi girî wiha domand, "Hasbunalahu we nî'mel wekîl. Miletê Kurd her tim di bin destan de ye.

Sûcê me çi ye ku em Kurd in û li ser Kurdbûnê me dikujin? Xelkê Eşrefiyeyê ne hemû çekdar in, piraniya wan sivîl in.

Niha du birayên min ên sivîl jî koçber bûn. Em ne çekdar in û ne jî siyasî ne. Em dê çi bikin û biçin kû? Xwedê sebirê bide malbata wan."

Mihemed Osman: Ji bo Elî çû û hat kuştin

Mihemedê birayê Ednan Osman ku li Danîmarkayê dijî, ji Rûdawê re got, Beriya sê rojan dema şer derket, birayê min Ednan ber bi Helebê ve bi rê ket lê rê hatibû girtin.

 Elî bi tenê li wir mabû. Ednan her çawa be xwe gihand Elî. Paşê mûşekek li jeneratora nexweşxaneyê ket û agir bi her derê ket."

Mihemed Osman wiha domand, "Tankek hat û guleyek li nexweşxaneyê da. Birayê min di jêrzemînê de bû. Dema xwestin xwe rizgar bikin, ji pişt ve bi qondaxên tivingan li serê wan dane. Her çi pere û zêrên wan hebûn birine.

Piştî 15 xulekan cîranekî got 'hêz ketin nexweşxaneyê û ez bawer dikim Elî û Ednan kuştin.'"

Mihemed bi girî got ku serbazekî artêşê pêşî bi derewan ji wan re gotiye "ew li cem me ne û em dê wan berdin" lê paşê nûçeya kuştina wan gihîştiye wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst