Asayîş: Li Şêx Meqsûdê şerê qirkirinê yê sîstematîk tê kirin

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Artêşa Ereban a Sûriyeyê Taxa Şêx Meqsûdê Taxa Eşrefiyeyê Heleb Şerê li Helebê Hêzên Ewlehiya Hundirîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê (Asayîş) diyar kir ku li Taxa Şêx Meqsûdê ji aliyê kom û milîsên hikûmeta Şamê ve bi tundî û bi awayekî berfireh tê topbarankirin.

Di vê êrişê de her cure çekên giran, tank û top tên bikaranîn.

Asayîşê da zanîn ku ev êrişa ku taxên niştecihbûnê dike hedef, wekî şêwazê "şerê qirkirinê yê sîstematîk" ê li dijî şêniyan tê pênasekirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çekdarên hikûmetê hewl didin bi tankan bikevin nav taxê lê li beramberî wan berxwedaneke tund û berdewam a hêzên Asayîşê didome.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê ev zanyarî parve kirin û diyar kir ku hêzên wan li dijî hewlên pêşveçûnê derbên giran li êrişkeran dixin û parastina taxê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst