Artêşa Sûriyeyê li Şêx Meqsûdê qedexe ragihand

15 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Artêşa Ereban a Sûriyeyê Taxa Şêx Meqsûdê Taxa Eşrefiyeyê Heleb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Ereban a Sûriyeyê taxa Şêx Meqsûd a Helebê wekî "herêma leşkerî ya girtî" ragihand.

Artêşê eşkere kir ku ji saet 06:30ê êvarê ve heta daxuyaniyeke din qedexeya çûn û hatinê ya tam li taxa Şêx Meqsûdê hatiye sepandin.

Her wiha artêşê şîret li sivîlên li hundirê taxê kir ku ji bo parastina canê xwe ji penceran dûr bikevin, dakevin qatên jêr ên avahiyan û ji pêgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dûr bisekinin.

Li aliyê din, Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê bi rêya ajansa fermî SANAyê zincîreyek nexşe û wêneyên asmanî belav kirin.

Di nexşeyan de hinek herêmên diyarkirî yên li taxa Şêx Meqsûdê bi rengê sor hatine nîşankirin.

Artêşa Sûriyeyê di daxuyaniyê de got, "Em bi rêya ekran û platformên kanala Îxbariyeya Sûriyeyê wan cihan belav dikin ku dibin hedef, çimkî rêxistina HSD û rêxistina PKKyê ew der kirine baregeh û bingehên leşkerî ji bo êrişkirina li ser Helebê."

Di wêneyan de, artêşê bi hûrgilî cih diyar kirine û li ser hinek taxan xelekên sor kişandine; di nav wan de herêmên nêzîkî Mizgefta Selahedîn û Kolana Xal d Kurê Welîd hene.

Desteya Operasyonan hişyariyeke tund dide sivîlan û got, "Ji bo parastina canê xwe, pêdivî ye hûn bi lezgînî ji wan herêmên diyarkirî dûr bikevin û wan vala bikin."

Rewşa Helebê ji qonaxa hişyariyê derbasî qonaxa diyarkirina hedefan bûye, di demekê de ku di gotara siyasî û leşkerî ya Şamê de nakokî hene.

 Artêşa Sûriyeyê îdia dike ku hêzên wan ketine nav taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û dest bi "paqijkirinê" kirine.

Asayîş: Me 2 êriş têk birin

Li aliyê din, Hêzên Asayîşa Hundirîn a Helebê (Asayîş) ragihand ku wan êrişeke komên (Emşat û Hemzat) têk biriye û herêm di bin kontrola wan de ne.

Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer di pêwendiyeke telefonî ya bi Serok Mesûd Barzanî re teqezî li ser "parastina mafên Kurdan" kiribû.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ragihand ku hikûmetê ji bo hilweşandina rêkeftinan rêya şer hilbijartiye lê Kurd hîn jî pêbendî Peymana 10ê Adarê ne. Fransa û Amerîka jî daxwaza bicihkirina peymanan û parastina sivîlan dikin.

Li aliyê din, derbarê hejmara qurbaniyan de amarên cuda hene. Asayîşa taxên Kurdan behsa kuştina 12 sivîlan û birîndarbûna bi dehan kesan dike.

Li beramberî vê, berpirsên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê amaje bi kuştina 7 heta 9 sivîlan a li herêmên di bin desthilata hikûmetê de dikin.

Ji roja sêşemê ve bi giştî herî kêm 21 kes hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst