Sûdanî: Veguhastina DAIŞiyan biryara Îraqê bû

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî DAIŞ Urdin Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî diyar kir ku veguhastina DAIŞiyên girtî yên ji Sûriyeyê, biryara Îraqî bû.

Serokwezîrê Îraqê bi Balyozê Urdinê yê Îraqê Mahîr Terawne re civiya.

Serokwezîriya Îraqê diyar kir ku di civînê de pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn veguhastina çekdarên DAIŞê ya ji Sûriyeyê ber bi Îraqê ve hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê Mihemed Şiya Sûdanî daxwaz ji welatên pêwendîdar kir ku di wê pirsê de alîkar bin û welatiyên xwe wergirin.

Veguhastina wan girtiyên DAIŞê ya ji Sûriyeyê ber bi Îraqê ve piştî aloziyên Rojavayê Kurdistanê pêk hat.

Sûdanî di berdewamiyê jî de got,"Îraq piştgiriyê dide aramî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê."

Li aliyê din, Balyozê Urdinê jî got, welatê wî ji bo veguhestina DAIŞiyan amade ye alîkariyê bide Îraqê.

Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) ji ber rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê, DAIŞiyan ji zindanên di bin kontrola HSDyê derdixe û wan vediguhêze Îraqê.

Ajansa France Pressê belav kir, hejmara wan DAIŞiyên ku ji bo Îraqê hatine veguhestin gihiştiye zêdetirî 4 hezar û 583 kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst