Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş bersiva pirsa "Gelo di rapora Komîsyona Pêvajoya Çareseriyê de 'mafê hêviyê' heye?" neda û got, "Hûn nikarin derbarê naverokê de peyvekê jî ji devê min bigirin."
Kurtulmuş her wiha peymana di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de jî wekî "gaveke erênî" nirxand.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li Enqereyê bi Serokê Parlamentoya Qirxizistanê Nurlanbek Turgunbek Uulu re civiya û piştî civînê pirsên rojnamegeran bersivandin.
"Em dê di rojên pêş de raporê temam bikin"
Kurtulmuş derbarê xebatên "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" de axivî û diyar kir ku ew di qonaxa dawî de ne.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê li ser rapora hevbeş got,"Duh bi şev me metneke pêşnûmeyê amade kir û ji 5 hevalên xwe re bi taybetî şand.
Em dê di rojên pêş de li vir careke din 50 hevalên xwe yên parlamenter bînin cem hev dan û standinê bikin, dengdana xwe pêk bînin û wekî komîsyon erkê xwe bi dawî bikin û rapora xwe pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bikin."
Mafê hêviyê
Rojnamegeran ji Kurtulmuş pirsî, "Gelo di rapora hevpar de li ser 'mafê hêviyê' (ji bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan) ti tişt heye yan na?"
Numan Kurtulmuş ev pirs wiha bersivand,"Ya herî rast ew e ku piştî amadebûna rapora dawî, mijarên ku di pêvajoya amadekariyê de hatine nîqaşkirin bi raya giştî re werin parvekirin.
Ji ber vê yekê, hûn nikarin peyvekê jî derbarê naverokê de ji devê min wergirin.
Erkê komîsyonê amadekirina vê raporê ye. Ev komîsyon ne komîsyoneke yasadaner e, ne yasa amade dike ne jî destûra bingehîn."
Peymana Şam û HSDyê
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê li ser pirsa derbarê peymana di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de jî axivî û piştgiriya xwe nîşan da.
Kurtulmuş li ser pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî wiha got:
"Em geşedanên li Sûriyeyê erênî û girîng dibînin. Peymana di navbera HSD û birêvebiriya Sûriyeyê de jî nîşaneyeke şênber a vê daxwaza me ye.
Hêvîdar im ku bêyî ku rê li ber ti provokasyonan were vekirin, ev pêvajoya entegrasyonê bi serkeftî bi dawî bibe."
"Aştiya Sûriyeyê dê li Tirkiyeyê jî bibe sedema aramiyê"
Kurtulmuş bal kişand ser bandora aştiya Sûriyeyê ya li ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî got:
"Bêdengbûna çekan û dabînkirina aştiyê li Sûriyeyê; jiyana Ereb, Kurd, Sunî, Durzî, Tirkmen û Êzidiyan, ango tevahiya gelê Sûriyeyê ya bi yekîtî û aştiyê, bêguman dê li Tirkiyeyê jî û li tevahiya herêmê bibe sedema aramî û aştiyê.
Ji ber vê yekê em heta dawiyê piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê ya li Sûriyeyê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse