Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Dr. Elî Qeredaxî ragihand ku ew li dijî fikra Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), partiyên Komunîst, Beasa Sosyalîst û yên wekî wan e.
Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Dr. Elî Qeredaxî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê daxuyaniyek belav kir.
Elî Qeredaxî diyar kir ku helwesta wî ya li hemberî partiyên xwedî îdeolojiya laîk a tund "helwesteke bingehîn û fikrî ye."
Elî Qeredaxî da zanîn ku ev helwest ji ber nakokiya di navbera bingehên wan ên fikrî û felsefî û merciyeta wî ya Îslamî de ye û got:
"Ez ne bi wan re me, ez li dijî îdeolojiyên wan im ku bi dîn re dikevin nav şer, dîn piştguh dikin an jî dijberiya dîn dikin."
'Nakokiya fikrî nabe sedema zilmê'
Elî Qeredaxî tekez kir ku ev nakokiya fikrî, li cem wî ti carî nabe sedema zilmê û destnîşan kir ku ev yek nabe hinceta destdirêjiyê û "kîneke kor" bi xwe re nayîne.
Elî Qeredaxî dema ku Artêşa Ereban a Sûriyeyê êrişî Rojavayê Kurdistanê dikir dihat tohmetbarkirin.
Hinek kesan dipirsî û digot, çima ew wekî Kurdekî piştgiriyê nade hêzên parastina taxên Kurdan ên li Helebê û herêmên din.
Bersiva du pirsên girîng
Qeredaxî di daxuyaniya xwe de bersiva du pirsan da: "Tu bi gelê Kurd re yî?" û "Tu bi HSDyê re yî?"
Elî Qeredaxî bi awayekî zelal anî ziman:
"Ez Misilman im û kurê vî dînî me. Girîngiya min a ewil û dawî ji bo Îslamê ye."
Qeredaxî diyar kir ku di bin sîbera vê girîngiyê de, hemû girîngiyên neteweyî, niştimanî û mirovî yên din tên.
Qeredaxî diyar kir ku ev girîngî heta wê demê derbasdar in ku li dijî bingehên Îslamê nebin û li dijî mebestên mezin ên dîn ranewestin.
Elî Qeredaxî spasiya Xwedê kir ku fikra wî bi “aqîdeyeke xerab û îdeolojiya partiyeke laîk pîs nebûye” û got:
“Ez li dijî fikra Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), partiyên Komunîst, Beasa Sosyalîst û yên wekî wan im.”
Qeredaxî ragihand ku zilamkar kî dibe bila bibe ew di hemû jiyana xwe de li dijî zilmê sekiniye û got:
“Zêdetirî 40 sal in ez bi gelê Kurd re sekinîme."
Elî Qeredaxî qal kir ku wî di warê alîkarî, perwerde, bipêşketin, parastina mafan û redkirina zilmê de wî piştgirî daye Kurdan û da zanîn:
"Piştgiriya min a ji bo gelê Kurd ti carî bi partiyekê ve nehatiye girêdan û bi alaya îdeolojîk ve nehatiye girêdan."
Elî Qeredaxî anî ziman ku piştgiriya wî ji bo mirov, heq û edaletê bûye û bi motîfên îmanê pêk hatiye.
Qeredaxî di dawiyê de destnîşan kir ku Misilman li dû gotegotan naçe û helwestên xwe li ser bingeha teşwîqa vê û wê ava nake û got:
“Misilman fikra xwar red dike lê hukmê xwe li ser hemû xelkê giştî nake, mafên gelan înkar nake û her li kû derê bin alîkariya mezlûman dike.”
Temamiya parvekirina Elî Qeredaxî:
“Pirsek ji min hat pirsîn ku min ti carî texmîn nedikir rojekê ji min were pirsîn: Tu bi gelê Kurd re yî? Tu bi HSDyê re yî?
Heke hinek hewildanên fîtne û buxtanê nebûna, pêdiviya min bi bersivdana van her du pirsan tune bû lê van gotegotan ez neçar kirim ku daxuyaniyekê bidim da ku her tişt bikeve cihê xwe yê rast.
Ez bi awayekî zelal û bêyî guman dibêjim: Ez Misilman im û kurê vî dînî me. Wefaya min ji bo Xwedê, Pêxemberê wî û bawermendan e. Întîmaya min a ewil û dawî ji bo Îslamê ye. Ji zarokatiya min heta îro, di nirxên min de ti guherîn çênebûne.
Di bin sîbera vê întîmaya bilind de, hemû întîmayên neteweyî, niştimanî û mirovî yên din tên. Ev întîma heta wê demê derbasdar in ku li dijî bingehên Îslamê nebin û li dijî mebestên mezin ên dîn nesekinin. Spas ji bo Xwedê ku fikra min bi ti aqîdeyeke xerab û îdeolojiya partiyeke laîk pîs nebûye.
Li ser vê bingehê, helwesta min a li hemberî partiyên xwedî îdeolojiya laîk a tund ên wekî HSD, partiya Komunîst, Beasa Sosyalîst û yên wekî wan, helwesteke bingehîn û fikrî ye. Ev yek ji ber nakokiya di navbera bingehên wan ên fikrî û felsefî û merciyeta min a Îslamî de ye.
Ez ne bi wan re me, di heman demê ez li dijî îdeolojiyên wan im ku bi dîn re dikevin nav şer, dîn piştguh dikin an jî dijberiya dîn dikin. Lê belê ev nakokiya aqîdeyî an jî fikrî, li cem min ti carî nabe sedema zilmê. Ev yek nabe hinceta destdirêjiyê û kîneke kor bi xwe re nayîne.
Ez di hemû jiyana xwe de li dijî zilmê sekinîme, zalim kî dibe bila bibe. Ez her tim bi rûmeta mirovî re bûme. Helwesta min a li hemberî Filistînê tê zanîn. Sekna min a bi mafê gelê Sûriyeyê re yê ji bo xilasiya ji mîrata zordariyê, her tim diyar bûye. Redkirina derbeya Hûsiyan a li Yemenê eşkere bû. Piştgiriya min a ji bo mezlûmên li Keşmîr, Rohîngya û Turkistana Rojhilat ne tenê bi gotinan bûye.
Ez bêyî dudilî dibêjim: Ez zêdetirî 40 sal in bi gelê Kurd re me. Min di warê alîkarî, perwerde, bipêşketin, parastina mafan û redkirina zilmê de piştgirî daye. Piştgiriya min a ji bo gelê Kurd ti carî bi partiyekê ve nehatiye girêdan û bi alaya îdeolojîk ve nehatiye girêdan. Ev piştgirî ji bo mirov, heq û edaletê bûye û bi motîfên îmanê û li gorî ayetên Quranê pêk hatiye.
Misilman li dû gotegotan naçe û helwestên xwe li ser bingeha teşwîqê ava nake. Ew nakokiya xwe ya bi aliyekî re nake hinceta çavsoriyê. Misilman fikra xwar red dike û dema ku îdeolojî bi dîn re dikeve nav şer li dijî wê derdikeve.
Lê belê ew hukmê xwe li ser hemû xelkê giştî nake, mafên gelan înkar nake û alîkariya mezlûman li kû derê dibe bila bile bernade. Rêzik ev e û helwest ev e. Kî tiştekî din bixwaze, bila dijberiya dîn bike, ne ya xwediyê dîn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse