Li Qersê ji ber barana gur û teyrokê lehî rabû

10-05-2025
RÛDAW
Nîşan Qers Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana gur û teyrokê hin kargeh û xanî di nav avê de man.

Li Qersê barana gur û teyroka ku ji nişka ve lê kir bandoreke neyinî li jiyana rojane ya xelkê kir.

Ji ber şiliyê kûçe û kolan di nav avê de man û ajokaran tengasî kişandin.

Xeta rêhesina Akyaka-Qersê di bin avê de ma, ji ber lehiyê hin kolan û kûçeyên li navçeyê kevir û ax ket ser hev.

Ekîbên peywendîdar ji bo veguhastina ava lehiyê xebat da destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst