Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê barana gur bû sedema lehiyê.
Li gundê Cemaldînê yê Qersê barana gur bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Ji ber barana gur li gund lehî çebû û hinek çem jî di ser re çûn.
Hinek ajelên ku li nêzîkî çeman diçêriyan ji ber bilindbûna avê asê man.
Li ser agahdarkriinê tîmên pêwendîdar çûn herêmê.
Tîman û gundiyan ajelên ku asê mabûn xelas kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse