QERS – Ji ber lehiyê zerer li gundan bû

26-07-2025
Nîşan Qers Qaxizman Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qaxizmanê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana gur zerer gihîût çend gundan û hinek mal û gov ji ber lehiyê herifîn.

Şevê din piştî barana gur lehî rabû zerereke zêde gihand çend gundên navçeya Qaxizmanê.

Di bi koordînasyona Parêzgariya Qersê de tîmên tendurisyiê, AFAD, UMKE, cendirme, parastina sivîlan,  polîs û tîmên Îdareya Taybet a Qersê çûn cihê bûyerê.

Her wiha gelek mekîneyên kar û tîm jî çûn cihê lehî lê rabûbû û wan ji bo rêya navbera Qaqizman-Îdirê vekin dest bi xebatê kir ku  ji ber lehiyê hatibû girtin.

11 otomobîlên di rêde asê mabûn jî ji aliyê tîma ve hatin rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst