Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya parêzgehên Xarpêt û Amedê yên Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya şofêr canê xwe ji dest da.
Îro li ser rêya sereke ya parêzgehên Xarpêt û Amedê otomobîlek ji rê derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Piştî midexaleya destpêkê tîmên tenduristiyê şofêrê ku bi giranî birîndar bûbû bir navenda Tenduristiya Civakê ya Xoxê.
Lê tevî hemû midexaleyan şofêrê bi navê Omer Çalhan canê xwe ji dest da û termê wî birin navçeya Erxeniyê ya Amedê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse