Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser bi rêya Meclisa Malbatên Şehîdan projeyên biçûk ji bo malbatên şehîdan bi cih tîne.
Komîteya Aborî ya Meclisa Malbatên Şehîdan ragihand ku ew hewldanên xwe yên ji bo dabînkirina debara jiyaneke aram û bihêzkirina aboriya malbatên şehîdan berdewam dikin.
"Em hêvî dikin alîkariya hemû malbatên şehîdan bê kirin"
Yek ji wan projeyan vekirina marketan e.
Xwediyê Projeya Marketa Malbatên Şehîdan Hemîd Şêx li ser projeya xwe got:
“Meclisa Malbatên Şehîdan projeya marketê pêşkêşî me kir. Bi rastî karê marketê karekî qezencdar e. Em gelekî spasiya wan dikin.
Nêzîka mehekê dibe me dest bi kar kiriye, kar gelekî baş e. Em bi hêvî ne meclis bi rêya van projeyan alîkariya hemû malbatên şehîdan bike.”
"Ji bo ku malbatên şehîdan pişta xwe bi alîkariyan girênedin"
Di heman çarçoveyê de projeya şitilgehê (meştel) jî yek ji wan projeyên nimûneyî ye ku piştgiriya malbatên şehîdan dike.
Armanca vê projeyê peydakirina derfetên kar û dabînkirina dahateke berdewam e ji bo zarokên şehîdan.
Birêvebirê Şitilgeh (Meştel) Malbatên Şehîdan Hisên Elî jî got:
“Me daxwaz ji Rêveberiyê kir vê projeyê bo malbatên şehîdan veke, da ku pişta xwe bi alîkariyan girênedin.
Niha projeya Şitilgehê baş bi rê ve diçe û binesaziyeke bihêz ji bo malbatên şehîdan tê sazkirin.
Ev zêdetirî mehekê ye parka me mezintir û geştir dibe. Em daxwazê ji wan dikin di van projeyan de berdewam bin û plana xwe berfirehtir bikin.”
Xwendina belaş û derfetên kar
Berpirsên Rêveberiya Xweser didin zanîn ku ew bi rêya gelek mekanîzmayan piştgiriya malbatên şehîdan dikin.
Ev piştgirî xwendina belaş a li dibistan û zanîngehan a ji bo zarokan, tayînkirina li saziyên Rêveberiyê û veqetandin û zêdekirina mûçeyan li xwe digire.
Her wiha "Desteya Malbatên Şehîdan" a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar û barên wan hêsantir dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse