Kerîm Şingalî koça dawî kir

10-06-2025
RÛDAW
Nîşan Kerîm Şingalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê berê yê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Birêvebirê berê yê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî di 75 saliya xwe de koça dawî kir

Ebdulkerîm Sultan Ebdullahê ku wekî Kerîm Şingalî tê naskirin sala 1950î ji dayîk bûye û di şoreşên Îlon û Gulanê de Pêşmergetî kiriye.

Kerîm Şingalî sala 2022yan ji bo tedawîyê çû derveyî welêt û meha Hezîranê ya 2022yan vegeriya û ji wê demê ve di bin çavdêriya bijîşkan de bû.

Dema ku Kerîm Şingalî ji bo çareseriyê çû derveyî welêt, Birêvebirê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû.

Ji bilî Pêşmergetiyê di şoreşên Gulan û Îlonê de Kerîm Şingalî piştî Raperînê di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de rola wî ya bibandar hebû.

Salên 1993-1994an Birêvebirê Giştî yê Asayîşa Herêma Kurdistanê bûye û di kabîneyên pêncem, şeşem, heftem û heştem ên Herêma Kurdistanê de jî Wezîrê Karên Navxwe bû.

Piştî ku sala 2005an Kabîneya Yekgirtî ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî hate damezirandin, Kerîm Şingalî wekî Wezîrê Karên Navxwe hate destnîşankirin.

Kabîneya şeşem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala 2009an bi serokatiya Berhem Salih û cîgiriya Azad Berwarî hate damezirandin, di wê kabîneyê de jî Kerîm Şingalî li ser heman erkê bû.

Di kabîneyên heftem û heştem ên bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî de jî Kerîm Şingalî Wezîrê Karên Navxwe bû.

Kerîm Şingalî sala 1971ê beşa Yasa û Ramyariyê li Zanîngeha Bexdayê temam kir û salên 1971-1973yan li Bexdayê parêzerî kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst