Riha û Urmiye bûn destbirak

10-07-2025
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Urmiye Riha Destbirak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya Bakurê Kurdistanê û Şaredariya Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê “Protokola Bajarên Destbirakiyê” îmze kir.

Seroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Elîf Esra Onalê ji Rûdawê re ragihand ku wan 8ê  Tîrmenhê bi Şaredariya Urmiyeyê re “Protokola Bajarên Destbirakiyê” îmze kir.

Elîf Esra Onalê diyar kir ku ji ber pirrengî û pirçandiya dîrokî ya her du bajaran ev protokol hatiye îmzekirin û ew dixwazin di navbera her du bajaran de hevahengî û hevkariyê zêde bikin.

"Merasîma îmzekirina protokolê bi awayekî online hat kirin"

Elîf Esra Onalê got, “Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê û Şaredariya Urmiyeyê bi navbeynkariya Foruma Serok Şaredarên Asyayê her du bajaran biryara îmzekirina `Protokola Bajarên Destbirakiyê` daye.

Em dê wekî Şaredariya Rihayê biçûna Urmiyeyê û dê li wê derê protokol bihata îmzekirin.

Lê ji ber şer û rawestandina geştên esmanî pêk nehat, merasîma îmzekirina protokolê bi awayekî online hat kirin.

Em dê bi Şaredariya Urmiyeyê re di warê çandî, geştyarî, civakî, teknîkî û gelek warên cuda de hevkariyê bi pêş bixin û alîkariya hevdû bikin.

Her wiha dê her du şaredarî di warê bikaranîna teknîkî de ezmûna xwe bi hev re parve bikin û sûdê jê wergrin.”

Onalê diyar kir ku dê Şaredarê Urmiyeyê Aydin Rehmanî û hejmarek berpirsên şaredariyê di 14-15ê Îlona 2025an de Rihayê ziyaret bikin.

"Protokol dê sûdê bigihîne bajarên Riha û Urmiyeyê"

Protokol bi awayekî online û beşdariya Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Mehmet Kasim Gulpinar û Şaredarê Urmiyeyê Aydin Rehmanî hat îmzekirin.

Mehmet Kasim Gulpinar di civîna online de bi Îngilîzî û Farisî axaftin kir û ragihand ev protokol dê sûdê bigihîne bajarên Riha û Urmiyeyê.

Mehmet Kasim Gulpinar got, “Ji bo siberoja ciwanên me, em girîngiyê didin zêdebûna têkiliya di navbera bajar û gelên xwe de.

Em kêfxweş in ku me bi bajarekî dîrokî, çandî û xwedî dîroka mirovahiyê re `protokola bajarê destebiratiyê` îmze kir.

Bila ev biratî di navbera bajar û gelên me de bibe pireke dostaniyê ya mayînde.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst