PDK û YNK jî ji bo merasîma danîna çekan hatine vexwendin

10-07-2025
RÛDAW
Nîşan PKK Gerîla Çekdanîn PDK YNK KCK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke agahdar ragihand ku ji bo merasîma çekdanîna komeke PKKyê, partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ku di nav wan de PDK û YNK jî ji bo merasîmê hatine vexwendin.

Nûnerê DEM Partiyê yê Hewlêrê got ku ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 150 kes dê beşdar bibin.

Biryar e sibe komeke gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wekî "nîşandana niyetpakiyê" çekên xwe deynin û îmha bikin.

Çavkaniyeke agahda, derbarê merasîma sibe de Rûdawê re got, "Hemû amadehî hatine kirin û vexwendname ji alî û rojnageran re hatine şandin."

Kesên ku ji bo merasîmê hatine vexwendin

Li gorî çavkaniyên Rûdawê, piraniya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, beşek ji rêxistinan, kesayetiyên siyasî û rewşenbîr ji bo merasîmê hatine vexwendin.

Çavkaniyekê ji Rûdawê re got, "Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) du ji wan aliyên serekî ne ku ji bo merasîma sibê bi fermî ji aliyê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ve hatine vexwendin."

Her îro Nûnerê DEM Partiyê yê Herêma Kurdistanê Murat Şen ji Rûdawê re got:

"Şandeyeke ji siyasetmedar, rewşenbîr, rêxistin, partî û rojnamegeran ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê di merasîma sibeyê de amade bin."

Li gorî gotina Şen, hejmara şandeyê dê nêzîkî 150 kesî be.

Beşek ji wan piştî nîvroya îro bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê digihîjin Herêma Kurdistanê û beşa din jî dê îşev bi rêya Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl bigihîjin bajarê Hewlêrê.

Derbarê beşdarbûna nûnerên AK Partiyê yan MHPyê ku du pêkhateyên hikûmet û desthilata Tirkiyeyê ne, Nûnerê DEM Partiyê yê Hewlêrê got:

"Partiyên ji Tirkiyeyê hene ku beşdar dibin lê derbarê amadebûna AK Partî û MHPyê de ti agahî ji me re nehatiye dayîn."

Şandeya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê sibe ji Hewlêrê ji bo amadebûna di merasîma çekdanînê de bikevin rê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, şandeyek ji Ewropa û Amerîkayê ku ji zêdetirî 30 parlamenter, akademîsyen û siyasetmedar pêk tê, dê beşdar bibin û beşek ji wan gihiştine Herêma Kurdistanê.

KCK: Li navçeya Dokanê amade bin

5ê Tîrmehê, Rûdawê eşkere kiribû ku merasîma çekdanîna PKKyê dê li gundekî li quntara Qendîlê yê li îdareya Raperîn a  parêzgeha Silêmaniyê be.

Navenda Ragihandinê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) doh êvarê di daxuyaniyekê de ragihand:

"Divê rojnameger roja Înê di navbera saet 08:00 û 09:00ê sibehê de li Otêla Aşûrê ya li navçeya Dokanê amade bin.

Ji bo veguhestina hemû rojnamegeran ji bo cihekî nêzîkî merasîmê otobus hatine dabînkirin."

Li gorî daxuyaniya KCKyê, ti rojnameger nikare bi otomobîla xwe beşdarî merasîmê bibe.

Navçeya Dokanê girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ye û nêzîkî quntara Qendîlê ya îdareya Raperînê ye.

KCKyê amaje bi wê yekê kiriye ku ji bo amadebûna rojnamegeran tomarkirina navan ne pêwîst e û divê rojnameger nasnameya xwe ya rojnamegeriyê pê re hebe û biselmîne ku ji bo dezgeheke medyayê kar dike.

Li gorî Koma Civakên Kurdistanê (KCK), rojnameger dê bi otobusan ji bo cihekî nêzîkî merasîmê bên veguhestin û piştî bidawîbûna merasîmê, dîmenên çalakiyê bêyî logo û destkarîkirinê dê radestî wan bên kirin.

KCKyê got, "Ji ber rewşa ewlehiyê, hevpeyvîn ligel endamên komê (yên ku çekan datînin) nayê kirin lê dê derfeta axaftinê li gel çavdêrên merasîmê hebe."

Tora Medyayî ya Rûdawê 30ê Hezîranê cara yekem bi rêya çavkaniyên xwe belav kiribû ku dê nêzîkî 10ê Tîrmehê koma yekem a gerîlayên PKKyê wekî "nîşandana niyetpakiyê" ji bo serxistina pêvajoya aştiyê çekên xwe deyne.

Pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê

22yê Çiriya Pêşîn a 2024an, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ji bo pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê bangek kir.

Pêvajo ji aliyê dewleta Tirk ve wekî "Pêvajoya Têkbirina Terorê" û ji aliyê PKKyê ve wekî "Pêvajoya Aştî û Demokrasiyê" tê binavkirin.

Piştî çend serdanên heyeta DEM Partiyê yên li Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re, Ocalan 27ê Sibata îsal daxwaz ji partiya xwe kir ku kongreyê li dar bixe, çekan deyne û xwe hilweşîne.

Li ser vê daxwaza Ocalan, PKKyê di rojên 5-7ê Gulanê de 12emîn kongreya xwe li dar xist û biryara xwefesixkirinê û bidawîanîna têkoşîna çekdarî da.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî û hejmarek ji partiyên Tirkiyeyê piştgirî da banga Ocalan û pêvajo kete qonaxeke nû û berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst