Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê pirtûkeke 17 rûpelî ku li ser kevilê xezalê bi zêr hatiye nivîsandin hat dîtin.
Li gor agahiyên berdest, tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Cendermeyên Bajêr li ser îxbara ku kesek dixwaze pirtûkeke ji heyama Romayê bifiroşe xebat dan destpêkirin.
![]()
Tîman li taxa Peyasa ya navçeya Kayapinarê operasyon kir.
Di encama lêgerîna li ser şikbar û mala wî hat kirin de pirtûkeke ku li ser kevilê xezalê bi zêr hatiye nivîsandin hat dîtin. Gumanbar hat desteserkirin.
![]()
Kar û barên gumanbar li navenda cendermeyê berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse