Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Fuat Onen û akademîsyen Beyar Doskî behsa girîngiya Peymana Sevrê kirin. Onen dibêje, Sevr di aliyê îtîrafpêkirina bi Kurd û Kurdistanê de girîng e lê diyar dike, ew peyman ji bo Kurdan nabe referansek ji ber ku jibilî çend bajaran Kurdistan perçe perçe kiribû.
Doskî jî di warê girîngiya binavkirina Kurdistanê di wê peymanê de li gel Onen hevnêrîn e û derbarê sedemên danîna mercên giran li pêş Kurdan û têkçûna wê peymanê de tekez dike, cudahiya Kurdan di warê olî de û bêhêziya wan di wê qonaxê de sedemên sereke bûn.
Siyasetmedar û lêkolînerê Kurd Fuad Onen beşdarî bultena 15.00 a taybet bi Bakurê Kurdistanê bû û behsa Peymana Sevrê û girîngiya wê peymanê bo Kurdan kir.
Fuad Onen amaje bi wê dike ku Peymana Sevrê ji bo siyaseta Kurdistanî nabe referansek û sedema vê yekê jî weke perçekirina Kurdistanê di wê peymanê de nîşan dide.
Fuat Onen dibêje, di Sevrê de Kurdistana li jêr desthilata Osmaniyan bûye 4 perçe û aşkere dike, “beşeke mezin a Rojavayê Kurdistanê, Riha û Dîlok ketine bin kontrola Fransayê, Başûrê Kurdistanê ketiye bin kontrola Brîtanyayê, bajarên bakur rojavayê Kurdistanê; Bedlîs, Mûş, Erzirom, Wan ev xistine nav dewleta Ermenistanê û ji bo 3 bajarên Kurdistanê jî otonomiyekê dibînin ku vê jî bi gelek şert û mercan ve girê didin.”
Ew siyasetmedarê Kurd tekez dike, ew şertên bo dewletbûnê li pêş Kurdan hatibûn danîn li pêş Ermenî û miletên din de nehatibûn danîn û dibêje, “Ji ber wê yekê em nikarin Peymana Sevrê bo xwe bikin referans. Tekane çareseriya mayînde ya pirsa Kurdistanê; serxwebûn û yekîtiya wê ye. Ev maf jî di Peymana Sevrê de tune ye.”
Aliyê baş yê peymanê li gor Fuad Onen binavkirina Kurd û Kurdistanê di peymaneke navdewletî de ye û “hatiye qebûlkirin ku li wê derê Kurdistanek heye.”
Fuat Onen tekez dike ku Peymana Sevrê ne rasteqîn e û wek sedem jî, îmzenekirin û qebûlnekirina wê peymanê ji aliyê parlamentoya wê demê ya Tirkiyê û padîşahê Osmanî ve û herwiha xwedîlêderneketina vê peymanê ji aliyê dewletên ku ev peyman îmze kiribûn.
Li ser rewşa dewleta Tirkiyê û derfetên li pêş Kurdan 100 sal piştî Peymana Sevrê jî Fuat Onen, rewşa ku niha Tirkiye tê de ye, dişibîne rewşa salên 1918an û dibêje, wê demê jî dewleta Tirkiyê li navxwe û derve di nav şer de bû îro jî “cara yekem e ku dewleta Tirkiyê li derveyî sînorên xwe bi însîyatifa xwe şer dike; li Iraq, Sûriye, Lîbya û li Kosovayê şer dike. Li derveyî sînorên xwe dixwaze wek dewleteke jêr emperyal tev bigere. Aqûbeta Osmaniyan diyar e, dixwestin axa xwe fireh bikin, lê ax hemû ji destê wan çû û beşek ji Rojhilata Nêzîk di destê wan de ma. Ew jî welatê navendî yê Rojhilata Nêzîk Kurdistan e û ji sedî 42yê Kurdistanê di bin dagirkeriya Komara Tirkiyê de ma.”
Fuad Onen amaje bi rewşa niha û destwerdan û polîtîkayên Tirkiyê dike û dibêje, “Di vî şerî de jî dewleta Tirkiyê dê têk biçe. Ew şertên me di salên 1920an de ji dest dan, vê carê jî divê em ji dest nedin. Divê em ji Sevrê dersê werbigirin.`
Herwiha ew siyasetmedarê Kurd rewşa siyaseta Kurd a dema îmzekirina Sevrê û rewşa niha berawird dike û dibêje, “Berî Peymana Sevrê siyaseta Kurd perçe bû. Cemiyeta Tealî ya Kurdistan ji hev ketibû û 2-3 şêwazên siyasetê di nav Kurdan de hebûn; beşek jê Osmanîst bûn, beşek jê otonomîst bûn, beşek jî jê serxwebûnxwaz bûn. Ev tablo îro jî di nav siyaseta Kurdistanî de heye; gelek partiyên me federalîst an otonomîst in, hinek partiyên me serxwebûnxwaz in û hinek ji partiyên me jî tişteknexwaz in. Dibêjin, bila Tirkiye, Iraq, Sûriye, Îran demokratîze bibe. Ev sê şêwazên siyasetê divê êdî di van şertan de veguherin bo şêwazekî siyasetê ew jî; şêwazê siyaseta serxwebûnxwaz e.”
Fuat Onen di dawiya gotinên xwe de tekez dike, Kurd “eger li ser şêwazekî siyaseta serxwebûnxwaz yekîtî û yekrêziyê pêk neyînin dibe ku ev derfet ji destê me biçin. Lê ez di wê baweriyê de me ku ew azmûna 100 salî dê pola me ya siyasetê neçarî yekrêzî û yekîtiyeke siyaseta serxwebûnxwaz bike. Helbet ev tenê bi helwesta me ve girêdayî nîne, nîzamek cîhanî û zilhêzên vê cîhanê hene. Divê ev hêvkêşe, denklema cîhanî jî rê bide ku em bibin dewlet. Lê berî her tiştî divê em dewleteke serbixwe û Kurdistaneke yekgirtî bixwazin. Eger em yekrêziyeke serxwebûnxwaz biafirînin, ez geşbînim ku Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî li pêşiya me ye."
Dr. Beyar Doskî, mamosteyê Zanîngeha Kurdistan a Hewlêrê jî beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û behsa Peymana Sevrê, rewşa Kurdan û derfetên li ber Kurdan di vê qonaxa ku navçe tê re derbas dibe de kir.
Ew akademîsyenê Kurd rewşa dewleta Osmanî ya wê demê û rewşa Iraqê ya niha dişibîne hev ku çawa niha hêzên navdewletî û navçeyî yekgirtina Iraqê di berjewendiya xwe de dibînin, wê demê jî heman rewş hebû.
Beyar Doskî li ser girîngiya peymanê jî diyar dike ku Kurd wek xelkekî resen ên navçeyê hatin nasîn û navê wan di yekem beyannamê de hat behskirin.
Derbarê mercên wê demê û sedemên şertên ku tenê li pêş Kurdan hatin danîn jî Doskî got, “Yek ji wan Kurd miletekî Misilman bûn, piraniya miletên din Mesihî bûn û çanda wan û projeyên wan ên hevbeş hebûn li gel Ewropayê. Nûnertiyeke gelek bihêz a Kurdan nebû û rewşa Kurdan jî gelek baş nebû, nehiştin biçin nav konferansê jî. Rêjeya xwendinê jî kêm bû.”
Lê ew akademîsyenê Kurd tekez dike ku tevî van hemû kêmasiyan û cîbicînekirina wê jî di peymanê de îtîraf bi navê Kurdistanê hatiye kirin û "nekarîn navê Kurdistanê veşêrin" ev "ji hemûyê girîngtir e."
Derbarê sedemên têkçûna Peymana Sevrê jî ew akademîsyenê Kurd dibêje, “Di navbera Kurdan de peywendiyeke bihêz nebû, di navbera Bedirxaniyan, Qadiriyan, Nehriyan de dubendî hebûn û Kurdan bi xwe jî nekarîn biryaran cîbicî bikin. Lê sedemên herî sereke; Kemalîzm derket û bi serkeft û sedema din jî biryara Brîtanyayê bû ya avakirina dewletekê li navçeyê bi navê Iraqê.”
Beyar Doskî derbarê Şerîf Paşa, nûnerê Kurdan di wê peymanê de ku sefîrê dewleta Osmanî bû li Swêdê û eslê xwe ji Başûrê Kurdistanê bû, dibêje, “Şerîf Paşa çendîn salan ji Kurdistanê dûr bû. Nedizanî çi li Kurdistanê heye. Nehiştin Şerîf Paşa biçe nav yek civînê jî.”
Dr. Beyar Doskî li ser girîngiya Peymana Sevrê bo Tirkiyê û cihgirtina wê peymanê bi berdewamî di rojeva wî welatî de jî, amaje bi wê dike ku “di îdeolojiya Kemalîzmê û nasyonalîzma Tirkiyê de girîngiyeke zêde ya Anatolyayê heye ku dibêjin, 'eger Anatolya ji dest biçe Tirk li herêma Rojhilata Navîn namînin' ji ber wê yekê bûye beşek ji çanda Tirkiyê û tirsek û gefek.”
Ew akademîsyenê Kurd tekez dike ku tirs her tim nasyonalîzmê bihêz dike û dibêje, “Sala 1920an dema Kemalîzm çê bû, 47 qewmiyet li Tirkiyê hebûn. Îdeolojiya Kemalîzmê gelek element bikar anîn, lê ji ya hemûyan zêdetir tirs bû ku ev milet hemû helandin û tevlîhevkirin û dawiyê jê re gotin 'Tirk'. Helbet ên ku jê xilas bûn û bi rengekî ne heliyan Kurd bûn ku sedem jî corafya û hejmara wan jî gelek mezin bû.`
Her li ser girîngiya Sevrê bo Kurdan Doskî amaje bi wê dike ku yekem car referandum ji bo Kurdan hat behskirin bo diyarkirina çarenivîsa xwe.
Dr. Beyar Doskî peymanên Sevr û Lozanê berawird dike û tekez dike ku Lozan dewama Sevrê ye û dibêje, bendên derbarê Kurdan û Ermeniyan de ji wê peymanê hatin derxistin û lê bendên din wek hev bûn. Di dawiya gotinên xwe de Doskî got “Dewlet dan Ermenan lê Ermen nemabûn.”
Roja 10ê Tebaxa 1920an Peymana Sevrê li bajarokê Versay yê nêzikî Parîsê li Fransayê di navbera dewletên hevpeyman û nûnerên dewleta Osmanî de hat îmzekirin.
Di beşa sêyem a taybet bi bendên siyasî de, kerteke taybet bi Kurdistanê heye û di navbera her sê madeyên 62, 63 û 64an de mafên Kurdan hatine destnîşankirin.
Di madeya 62an de, behsa wan cihan dike ku nişteciyên wan bi piranî Kurd in. Di madeya 63an de hikûmeta Tirkiyê tê pabendkirin di dema 3 mehan de biryarên komisyonan ku di madeya 62an de hatine, bên cîbicîkirin. Madeya 64an behsa wê yekê dike ku di dema salekê de piştî cîbicîkirina peymanê, mafê gelê Kurd heye berê xwe bide Encûmena Komeleya Neteweyan û daxwaza xwe ji bo serxwebûna ji Tirkiyê nîşan bide û Dewleta Kurdistanê li ser axa Kurdan li Iraq û Tirkiyê bê avakirin.
Ev peyman piştî îmzekirina endamên şanda hikûmeta Împeratoriya Osmanî ji aliyê Tirkiyê ve nehat pejirandin û di Peymana Lozanê de, nexşerêyeke din û pabendiyeke nû ya Tirkiyê hatin çespandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse