DÊRSIM - Bi alîkariyên ji Ewropayê navendeke çand û şînê hat avakirin

10-08-2025
Ali Haydar Gozlu
Xaniyê Çand û Şînê\ Wêne û Vîdeo: Alî Haydar Gozlu - Rûdaw
Xaniyê Çand û Şînê\ Wêne û Vîdeo: Alî Haydar Gozlu - Rûdaw
Nîşan Dêrdsim Xaniyê Çand û Şînê
A+ A-

DÊRSIM - Welatiyên ji gundê Xecê û derdora wê yên Dêrsima Bakurê Kurdistanê ku bi salan e li Ewropayê dijîn, bi alîkariyên ku kom kirin, "Xaniyê Çand û Şînê yê Dem-Sirê" ava kirin.

Bi vekirina vê navendê re, xelkê herêmê piştî 30 salan careke din li hev civiya û armanca wan ew e ku pêwendiyên civakî bên xurtkirin û çanda herêmê were parastin.

Berî avakirina navendê, gundiyan bi taybetî di merasîmên sersaxiyê de zehmetî dikişandin, ji ber ku cihekî wan ê guncaw ji bo pêşwazîkirina mêvanan nebû.

Ev yek bi taybetî ji bo kesên ku ji derveyî welat dihatin dibû sedema pirsgirêkan.

"Ne cîrantiya zarokatiya min mabû û ne jî dostaniyên berê"

Welatiyê bi navê Îsmaîl Kivilcim jî bal kişand ser zehmetiyên ku berê dikişandin û got, "Me heta niha nedikarî cenazeyên xwe li malê bi rê bikin, ji ber cihê me nebû.

Li Dêrsimê tenê cihekî wiha heye û ew jî têra me nedikir. Ji ber ku cihê me nebû, cenazeyên me li erdê diman.

Xelkê me yê li Ewropayê nedigihiştin cenazeyên xwe. Çêkirina cihekî wiha gelekî baş bû."

Yek ji pêşengên projeyê Kekil Şahîn anî zimên ku armanca wan ew e ku xelkê ji nû ve bînin cem hev û got:
"Ez her sal têm gund lê ne ew cîrantiya dema zarokatiya min mabû û ne jî dostaniyên berê. Me jî biryar da ku em çawa dikarin xelkê xwe bînin cem hev.

Ji ber vê yekê em hatin ba hev û ev 2 sal in em dixebitin. Kesên li Ewropa û welatên din, Kurd, Tirk, Ermen, gelek aliyan piştgirî da me û me ev der ava kir."

Merasîma vekirina navendê bi beşdariyeke zêde ya welatiyan pêk hat. Di çalakiyê de hejmarek hunermendên Dêrsimî jî amade bûn û stran û kilamên xwe pêşkêş kirin.

Ozan Serdar: Pêdiviya miletê me bi cihekî wiha hebû

Hunermend Ozan Serdar jî kêfxweşiya xwe anî zimên û bal kişand ser girîngiya parastina zimanê dayikê û wiha axivî:
"Pêdiviya miletê me bi cihekî wiha hebû, lewma ez gelekî kêfxweş bûm. Xwezî her tim çalakiyên wiha hebin û em jî werin bi zimanê xwe kilamên xwe bêjin.

Xelkê me jî dixwaze bi zimanê xwe li stranên xwe guhdarî bike. Bandora kilaman û axaftina bi zimanê dayikê li ser mirovan pir mezin e."

Ev navend dê ne tenê ji bo çalakiyên çandî û civînan lê di heman demê de dê wekî navendeke sereke ji bo merasîmên sersaxiyê jî xizmetê bike û di parastina ziman û çanda herêmê de roleke girîng bilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst