Serokê HUDA PARê: Ocalan ne nûnerê hemû Kurdan e

10-09-2025
RÛDAW
Nîşan Zekeriya Yapicioglu PKK Abdullah Ocalan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, derbarê çûna endamên komîsyona ji bo Girava Îmraliyê ragihand ku ew naçe hevdîtina Abdullah Ocalan û got ku “Ocalan ne nûnerê hemû Kurdan e.”

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li bajarê  Stenbolê yê Tirkiyeyê li gel rojnamegeran civiya û  derbarê pêvajoya çareseriyê û mijarên di rojevê axivî.

Yapicioglu destnîşan kir ku Komisyona ku li Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo pêvajoyê hatiye avakirin li ser xebatên xwe berdewam e û tekez kir ku ew dê piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê berdewam bikin.

Serokê HUDA PARê Yapicioglu ragihand ku tundûtîjî tu carî ne rê û rêbazek e ji bo bidestxistina mafan û got:

“Yên ku tundûtîjjiyê dikin û dibêjin ez têkoşîna çekdarî ji bo gelê xwe dimeşînim’ jî divê bi teqezî bibînin ku ev çek sûdê li têkoşîna li ser navê gel nakin.

Berovajî vê, ev yek bûye astengiya herî mezin a li pêş naskirina gelan. Her kesê ji şer û pevçûnan zerer dît. Gelê Kurd jî zerareke herî mezin dît.”

"Kurd dê sûda herî mezin bibînin"

Yapicioglu diyar kir divê şer û pevçûn bi dawî bibin û got, “Eger çek bêdeng bibin her kes dê jê sûdê wergire.

Birayên me yên Kurd dê sûda herî mezin bibînin. Em careke din tekeziyê li ser vê yekê dikin. Lê ez vê jî dibêjim.

Dema PKK tunebû jî, li welat meseleyeke Kurdan hebû. PKK ne bi xwe ev pirsgirêk e û ne jî encama vê meseleyê ye.”

Serokê HUDA PARê destnîşan kir ku divê gavên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan bên avêtin, bi şertekî ve neyên girêdan û got:

“Eger meseleyek maf û hiqûq be, naskirina mafên bingehîn bi tu şertekî ve nayê girêdan, nabe mijara danûstandinê, nabe mijara bazarê.”

" Ez naçim dîtina Ocalan"

Yapicioglu di bersiva pirseke derbarê çûna şandeke Komîsyona Parlamentoyê ya Girava Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re ragihand ku ew ne li gel hevdîtineke bi vî rengî ne û got:

“Ocalan ne nûnerê hemû Kurdan û tenê dikare bibe nûnerê wê partiya ku damezrandiye.

Eger komîsyon biryarê bide ku hinek biçin Girava Îmraliyê û li gel Abdullah Ocalan bicivin, ez naçim û pêwîstî bi çûnê jî nîne.”

"Mesele li ser HSDyê tê nîqaşkirin"

Zekeriya Yapicioglu li ser pirseke derbarê Sûriyeyê jî wiha got:

“Eger Sûriye bi hev re bê avakirin li wê derê nifuseke Kurdan heye. Dema ku PYD nebû partiyên din hebûn.

Partiyên ku ji salên 1950yî ve li wê derê siyaset dikirin hebûn. Mesele li ser HSDyê tê nîqaşkirin.

Eger bibêjin yên ku çek di destê wan de hene mafê wan ê axaftinê heye û mafê yên din nîne wê demê dê xalên nû yên rûbirûbûnê derkevin.”

Yapicioglu ragihand ku li Sûriyeyê her kes dê li hev bikin û biryarên xwe bixwe bidin û got:

“Em dixwazin sîstemeke ku ti kes tê de neyê cihêkirin û her kes bi biratî tê de bijî bê avakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst