Hewlêr (Rûdaw) - Gundê Barbêtê yê Mesihiyan li Dêrika Rojavayê Kurdistanê ber bi valabûnê ve ye û ji 40 malan niha tenê 3-4 mal mane. Li vî gundî ciwan û zarok nemane û ji ber hindê dibistan tê de nîne.
Tîma Rûdawê serdana wî gundî kir ku dêreke 1800 salî jî tê de heye û 4 kîlometran ji sînorê Bakurê Kurdistanê dûr e û şêniyên wî gundî jî bi Kurmaniyeke xweş diaxivin.
Gabro ku yek ji niştecihên wî gundî ye, diyar dike ew li gel Misilmanan di nav aştî û aramiyê de dijîn û dibêje, “Me zimanê xwe yê ewilî jibîr kiriye û em di nav malên xwe de bi Kurmancî û Erebî diaxivin.”
Berhûm Edîp jî derbarê Dêra Meryem el Edra de dibêje, “Helkeft çê dibin, oldar ji Qamişlo tên. 15ê Gulanê helkeft çê dibe, cejna bereketa genim e. Temenê dêrê 1800 sal in.”
Edîp diyar dike, “Di vê krîzê de bi derbasbûna Tirkiyê bo nav Serê Kaniyê û Girê Spî, em bo dema 4-5 mehan koçber bûn, malbata min ji mirinê rizgar bû. Lingê xortekî Mesihî jî jê bû.”
Ew hemwelatiyê Mesihî tekez dike, tevî ku metirsiyeke mezin hebû “Me nekdarî dest ji gundê xwe berdin. Ji ber ku emanet e di stûyê me de. Mixanin tenê 4 mal mane, piranî jig und derketine. Em erdê xwe û keniseyê diparêzin. Em agahiyan li ser kenîseyên didin xelkê.”
Di dewama gotinên xwe de Edîp behsa dêrê jî dibe û dibêje, “Ev dêr mucîze ye, nexweş tên, yên zarokên wan çê nabin tên û zarokên wan çê dibin.”
Bavê Berhûm jî tekez dike ku navbera wan û Kurdan gelek baş e û di nav aştiyê de dijîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse