Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê bi Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Mihemed Hesen re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de rewşa giştî ya Îraqê, hilbijartinên Encumena Nûneran û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hatine gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniyê, wan bal kişandiye ser girîngiya hilbijartinan û girîngiya wê yekê ku pêvajoya dengdanê li Îraq û Herêma Kurdistanê bê kêmasî be.
Her du aliyan hêvî kiriye ku hilbijartin û encamên wê, Îraq û Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke baştir ve bibin.
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Hesen li ser girîngiya çareserkirina Hewlêr û Bexdayê ya rêya diyalog û lihevkirinê hevnêrîn bûn û wan piştgiriya xwe ya ji bo parastina aramî û ewlehiya li Îraqê ducare kiriye.
Her wiha “rûdanên dawî yên li herêmê” jî bi giştî hatine nirxandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse