Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ragihand ku biryara betalkirina mafên yasayî yên wî bi destwerdana siyasî hatiye wergirtin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê doh bi serokatiya Abdullah Zeydan civîna meclisê ya meha kanûna pêşîn li dar xist.
Hevserokên Şaredariya Navçeya Miksê Ayvaz Hazır û Nebahat Benek ên li şûna wan qeyûm hatine danîn jî beşdarî civîna meclisê bûn û wan di axavtinên xwe de nerazîbûn nîşanî danîna qeyûm da.
Abdullah Zeydan di axavtina xwe ya li meclisê de ji ber danîna qeyûman rexne li desthilata AK Partiyê girt.
“Pêwîstiya me bi aştiya civakî heye”
Zeydan amaje bi wê yekê kir ku qeyûm pergala gendelî û diziyê ye û kesên dixwazin ev sîstem berdewam bike hikûmetê teşwîq dikin û got:
“Em ji vê derê bangî hikûmetê dikin, pêwîstiya civak û gelên Tirkiyeyê ne xesba qeyûman e, ne înkara gelê Kurd û gelên li vê derê dijîn.
Eger em erkekî hêjayî vî gelî bi cih nekin, ev gel dê hesabê vê yekê ji me bipirse.
Pêwîstiya civaka Tirkiyeyê ne xesba qeyûman e, li kû dera cîhanê be ne sekna li dijî destkeftên Kurdan e, ne dîtina Kurdan wekî cuda, kesên din, gef û dijmin e.
Pêwîstiya me bi aştiya civakî heye, bi hembêzkirinê heye, dîrok vê yekê ji me dixwaze.
Hêviya me ew e ku desthilat demildest dest ji xesba qeyûm berde û şaredariyên gel radestî gel bike.
Me îdia kir ku ev pêvajo, pêvajoyeke siyasî ye. Biryara Dadgeha Bilind a derbarê me jî beşek ji vê pêvajoyê ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse